Kişanak: Di rastiyê de li Sînopê heqaret li gelê Derya Reş hate kirin

Kişanak: Di rastiyê de li Sînopê heqaret li gelê Derya Reş hate kirin

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak di civîna hefteyî ya meclisê de axivî û bi boneya roja zimanê dayîkê bizimanê kurdî, zazakî, ermenî, tirkî got: "Zimanê me hebûna me ye!." Kişanak da zanîn ku astengî û qedexeyên li ser ziman komkujiya zimane. Kişanak destnîşan kir ku, “Ev provakasyon wek ku gelê Derya Reş kiriye didin xuyakirin lê ne wisane.  Raste hewildana lînckirinê ye, lê di rastiya xwe de ev heqareteke li hemberî gelê Derya Reş."

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bal kişand ser girîngiya ziman û diyar kir ku ziman çand û hebûna gelane. Kişanak diyar kir ku, ji ber ku zimanê Bangladeşê qedexebû gel ket nava têkoşînê û wiha got: "Têkoşîna gel bersiv da û roja 21 Sibatê sala 1999'an de wek roja zimanê kurdî hat îlankirin. Di cîhanê de 5 hezar ziman bi tunebûnê re rû bi rû ne. Ji bo ku ziman bên parastin û ji bo nivşê nû divê têkoşîn bêkirin û makeqanûna nû ji bo van ziman bê çêkirin. Lê belê li Tirkiyeyê hêj parastina kurdî nayê qebûl kirin. Di cîhanê de 21 hezar ziman hene ji wana 5 hezar ziman tune bûne. Ji bo wê di nav bera ziman û dewletê de paralelbûn tuneye. Dewlet na hêle gelên din jî bi zimanên xwe bi axivin, ji ber di tirse ku welat bêparçekirin.

Hevserokê giştî yê CHP'ê ku zazaye lê çavên xwe ji tunebûna zimanê zazakî re girtiye. Ger ku dewlet ne hêle civak xwe bi zimanê xwe îfade bike wê demê ew dibe komkujiya ziman. Asîmlekirin sûcê herî mezin yê li hemberî gelan pêk têye. Her civakek bi zimanê xwe tê nasîn ji bo wê divê herkes zimanê xwe bi parêze. Divê ku ziman û perwerde bikeve qada parastinê. Divê ku ji hemû zimanan re rêz bê dayîn. Ji ber ku ziman çand nasname û hebûna gelane."

Kişanak bal kişand ser heyeta HDK'ê ku dest bi gera Derya Reş kiriye. Kişanak diyar kir ku HDK bi slogana 'ji her kesê re azadî û diyalog' derketin rê pîroz kir û wiha axivî: "Dema ku HDK çû Sînopê rastî êrîşa nijadperestan hatin. Beriya vê gerê di raya giştî de hatibû aşkera kirin û herkesê jî dizanîbû. Lê tişta ku li Sînopê derketî holê bi tu awayî nayê qebûl kirin û nêzîkatiya tevlihevkirinê bû. Ger ku CHP nekare pêşiya tiştek wisan bigire nikare jêre bê gotin ku partiyeke demokrate. Hêjan deng ji CHP’ê nehatiye. Her çiqasî ku ji waliyê wê re jî hatibû gotin lê dîsa jî pêşiya vê lîncê negirtin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev provakasyon ji aliyê dewletê ve hatibû amadekirin. Gotibûn emê heyeta HDK'ê bi parêzin lê ev berpirsyartiya xwe bi cih ne anîn berovajiyê wê çavê xwe li vê provakayê girtin û ev lînc pêk hat. Divê ku demildest walî û alîkarê wî mudaxale bikiriban lê ev yek nekirin û direngkirin. Em vê êrîşê nelet dikin. Ev provakasyon wek ku gelê Derya Reş kiriye didin xuyakirin lê ne wisane.  Raste hewildana lînckirinê ye, lê di rastiya xwe de ev heqareteke li hemberî gelê Derya Reş. Kêmasiya ku serokwerzîr û hikûmeta wê ketinê divê neyê qebûl kirin. Hikûmeta ku nikare kesên ku ev yek kirine derxistine holê wê demê nikare tiştekê bike. Ez HDK'ê pîroz dikim û em dibêjin ku emê hertim li pişt xebata wan bin."

TEKOŞÎNA KESK'Ê

Kişanak bilêv kir ku em dîsa bi operasyonên qirkirina siyasî şiyarbûn û wiha pêde çû: "Li gelek bajaran bi ser rêxistinên KESK'ê de girtine û nêzî 100 xebatkarên wê hatine binçavkirin. Em vê êrîşa ku li hemberî KESK'ê pêk hatiye şermezardikin. Bi vê yekê dixwazin pêşiya têkoşîna xebatê KESK'ê bigirin. Ger ku ev yek berdewam bikin ew nikarin mafê kedkaran bi parêzin. Her tim bi bihaneyên bi biçûk li hemberî KESK'ê operasyon tênkirin. Ev operasyon ji bo ku bi çewisîn û bi tirsînin tên kirin. Em jî dibêjin emê hetim li pişt têkoşîna KESK'ê bin."

'KOMKUJIYA SIYASÎ JI ALIYÊ HIKÛMETÊ VE HAT KIRIN'

Kişanak wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di doza qirkirina siyasî ya Amedê de duh 10 hevalên me serbest hatin berdan. Ez dibêjim bila çavên malbatên hevalên me ronî be. Em hêvî dikin ku dê dawî li vê bêhiqûqîyê were û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Ji ber ku hêj 10 hezar hevalên me di girtîgehan dene. Bi paketên nû dixwazin gelê Kurd di nava hêviyan de bihêlin û xwe wisan didin xuyakirin ku pêngavan diavêjin. Ev qirkirina siyasî ji aliyê hikûmetê ve hatine kirin. Dibin navê reformê de guhertinan çêdike. Lê dema em lê dinêrin dibînin ku bêhiqûqiyek pir mezin heye. Hiqûqa TMK bi temamî şaşe. Qanûna têkoşîna li hemberî terorê hiqûqî nîne siyasiye. Divê tu caran hiqûq û siyaset neyê tevilhevkirin.. Ji ber ku tevgera azadiyê xurt bûye qanûn çêkirin ji bo ku têkbin. Ev qanûn ji aliyê serokwezîrên berê yên dewletê ve hatibûn qebûl kirin. Kesê ji vê bêhiqûqiya ku heya roja îro hatiye meşandin nerazîbûn nîşan nedaye. Serokwezîr bi gotina 'Çi jin be çi zarok be tişta bê xwestin dê bêkirin' gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û ev bê hiqûqî li Amedê li hemberî cenaze yên HPG'ê jî hatkirin û kesê doz li Serokwezîr venekir. Niha ji dibêjin em guhertinan dikin û 10 hezar girtiyên siyasî dibin navê endamên rêxistinê di girtigehan dene. Ev çi guhertine."

'DI BIN NAVÊ TERORÊ DE KURDAN DAVÊJIN ZINDANAN'

Kişanak wiha axivî: "Tişta ku niha bêkirin ewe ku divê ku ev bê hiqûqî temamî ji holê bê rakirin û makeqanûnek nû bê çêkirin. Divê qanûnekî ku herkes mafê xwe têde bibîne bê amadekirin. Di qanûna terorê de û di qanûna nûya ku dibêjin me guhertiye tu ferqa xwe tuneye. Divê ku TMK ji binî ve bê rakirin. Divê ku têkoşîna vê yekê bêdayîn. Divê ji binî de qanûn bê guhertin. Hertim di bin navê terorê de bi dehan kurdan nekin girtîgehan de. Ger ku bêjin emê kurdan bi van qanûnan bi xapînin di rastiyê de ew xwe dixwapînin. Divê ku makeqanûna ku mafê gelan bê parastin bê amadekirin û ji bo wê jî komisyon bê avakirin. Yanî qanûnê ku gel pê îqna bibe bên derxistin."

Kişanak wiha dawî li axaftina xwe anî: "Serokwezîr dîsa di komcivîna xwede çêrê BDP'ê kiriye. Dîsa serokwezîr bêexlaqî kiriye. Bi aşkera AKP'ê ji bo ku xebatên BDP'ê vala derbêxe tişta ji destê wê hatiye kiriye. Mînak bi dehan şaredar û xebatkarên me girtine û avêtine girtîgehan. Lê em wekî BDP emê hertim xizmeta gelê xwe bikin. Emê bivî awayî jî têbikoşin. Ger ku AKP bêje emê BDP têkbibin jî xeyalan ji xwe re çêdike. Ji ber ku gelê Kurd gihiştiya asta demokratîkbûnê."