Kişanak dê daxuyaniya çapemeniyê pêk bîne

Kişanak dê daxuyaniya çapemeniyê pêk bîne

Piştî ku serokwezîrê Tirk Erdogan ‘pakêta demokratîkbûnê’ aşkera kir şûnde, BDP der barê pakêtê de dê nêrînên xwe bi daxuyaniyek çapemeniyê aşkera bike.

Nûner û parlamenterên BDP’ê, piştî  serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ‘pakêta demokratîkbûnê’ aşkera kir şûnde, ji bo nirxandinê civiyabûn.

Li gorî daxuyaniya ku Navenda Giştî ya BDP’ê daye, hevseroka giştî ya BDP’ê Gulten Kişanak dê daxuyaniyek bide çapemeniyê.

Tê payîn ku civîn saet di 14.00’an de li avahiya navenda Giştî dest pê bike.