Kiryarên qeyûman: Yek ziman, yek çand, talan û qedexe

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, sala 2002'an ji roja ku hate ser desthilatdariyê ve ji bo şaredariyên Kurdistanê bistîne hêza xwe hemû bi kar anî. Ji ber ku bi ser neket, 11'ê Îlona 2016'an bi darbeyeke siyasî şaredariyên Kurdistanê desteser kir. 

Erdogan qeyûm anî ser 3 şaredariyên mezin (Amed, Mêrdîn, Wanê) ku qet nikaribî lê bi ser bikeve û anî ser şaredariya 10 bajar, 72 navçe, 12 bajarokan.

Piştî ku şaredarî hatin desteserkirin 93 Hevşaredarên ku bi dengê gel ê bi milyonan hatin hilbijartin hatin girtin. Piştî ku qeyûm hatin ser şaredariyan bi hezaran kedkarê şaredariyê bi îdîaya ku 'alîkarî dane rêxistinê' ji kar hatin avêtin. Yek ji hedefa desthilata Tirk ku êrîş bir ser jî pergala hevseroktiyê bû.

SAZIYÊN JINAN DEWRÎ KOMELEYA SUMEYYE KIRIN

Li Kurdistanê bi dehan navendên jinan, malên stareyê û kompleksên sporê yên jinan bûne hedefa qeyûmê dagirker. Gelek jinên ku li van navenda dixebitîn ji kar hatin avêtin, peywira hinan pasîf kirin, dest li ser belgeyên wan jinan danîn, ku serlêdana li navendên şêwirmendiyê kiribûn.

Qeyûmê ku saziyên jinan desteser kir piştre ev sazî dewrî keça Erdogan Sumeyye kirin. Qeyûmê Payizava a Wanê xebatên ji bo jinan rawestand, cihên tenduristiyê û malên jinan da girtin. Qeyûm Navenda Jiyanê ya Jinan, beşa tekstîlê ya bi ser Kooperatîfa Jinan a Xevasorê û xwarinxaneya wê dewrî komeleya Sumeyye KADEM'ê kir.

HIN SAZIYÊN JINAN KU QEYÛM DAYÎ GIRTIN

Hin saziyên jinan ku qeyûmên dagirker dane girtin:

Amed: Şaredariya Mezin a Amedê: Lêkolîna Pirsên Jinan û Navenda Pêkanîn (DÎKASÛM), 
Peyas: Ekîn Ceren,
Sûr: Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan a Amîda,
Yenîşehîr: Navenda Jinana a Roza, 
Bismil: Navenda Jinan Nûjîn, 
Lîcê: Navenda Jinan Nûijyan, 
Farqîn: Navenda Jinan Meya, 
Hênê: Navenda Jinan, 
Pasûr: Navenda Jinan a Eren.

Şirnex: Navenda Jinan Zahîd, 
Silopya: Navenda Jinan Viyan, 
Cizîr: Navenda Jinan Zînan.
Êlih: Navenda Jinan Selîs

Bedlîs: Navenda Şêwirmendiyê ya Jinan Dîlan

Mêrdîn: Navenda Jinan Arîn, 
Qoser: Navenda Jinan Nûda, 
Nisêbîn: Navenda Jinan Gulşîlav, 
Dêrik: Navenda Jinan Peljîn, 
Kerboran: Navenda Jinan Çîçek, 
Şemrex: Navenda Jinan Rewşen.

Riha Xalfetî: Navenda Jinan Sara, 
Wêranşar: Navenda Jinan a Amara Berjîn.

Wan: Navenda Jiyanê ya Jinan Rojîn,
Rêya Armûşê: Navenda Jinan Maya, 
Erdîş: Mala Destekê ya Jinan,
Artemêtan: Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, 
Seray: Navenda Jinan a Jiyanê.

Colemêrg: Navenda Jinan Binevş,
Çelê: Navenda Jinan Bervar,
Şemzînan: Navenda Jinan Nûjîn.

Gimgim: Navenda Jinan Savûşka.

Dersim: Navenda Jinan Jiyan.

Agirî Bazid: Navenda Jinan Sema Yuce

Sêrt: Navenda Jinan Berfîn

Mersîn Akdenîz: Navenda Jinan Îştar.

NEFRETA LI KURDÎ BI QEYÛMAN HATE DOMANDIN

Yek ji hedefa qeyûmên dagirker ên ku anîn ser şaredariyên DBP'ê yên Kurdistanê zimanê Kurdî, ramanwerên Kurd û nirxên Kurdan bûn. Qeyûmên ku 3 salan Kurdistan dagir kirin, di serî de Kurdî, tabelayên Suryanî, Ermen, Erebî rakirin, li şûna wan tabeleyên yek zimanî û alayên Tirk hildan.

Qeyûman her wiha navên taxan ên Kurdî rakirin û navê Tirkî li wan kirin. Li Şaredariya Mezin a Amedê 1 Zarokîstan û li Şaredariya Peyasê Xalxalok hatin girtin û li şûna wan perwerdehiya Tirkî dan. Li Wanê jî saziyên Kurdî kirin qursên Quranê.

HIN ŞAREDARIYÊN KU QEYÛMAN TABELAYÊN WAN RAKIRIN

Li Tabelaya Şaredariya Agirî-Giyadînê navê Kurdî hate rakirin.

Tabelaya sêzimanî ya Dêrikê hate rakirin û li şûna wê alaya Tirk hate hildan.

Qeyûmê Şaredariya Sûrê tabelayên Ermenkî û Suryanî rakir.

Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê ji tabelaya şaredariyê navê Amedê rakir.

Qeyûmê Şaredariya Dersimê navê Şaredariya Dersimê rakir, li şûna vê Şaredariya Tuncelî da nivîsandin.

DIBISTANÊN KURDÎ KIRIN QEREQOL

Qeyûmên dagirker ji bilî Kurdî berê we dane dibistanên Kurdî jî.

Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a bi Kurdî hate girtin.

Li navçeya Peyasê ya Amedê Dibistana Seretayî ya Alî Erel bi sedema ku 'fonksiyona dibistana seretayî ya Kurdî dibîne' hate girtin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dibistana Seretayî ya Bêrîvan hate girtin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê Dibistana Seretayî ya Dayika Uveyş ku bi Kurdî perwerdehî dida, piştî ku bû hedefa êrîşên hêzên çekdar ên Tirk li Parka Mûsa Anter ders hatin dayin. Dema qedexeya derketina derve cihê perwerdehiyê yê Parka Mûsa Anter hate desteserkirin û kirin qereqol.

BÎRDARIYÊN KOMKUJIYÊ HATIN RAKIRIN

Qeyûmên dagirker bîrdarî û peykerên bîra hevpar a civakê rakirin û wiha xwestin sembolên komkujiyên dewleta Tirk were rakirin. Li şûna bîrdarî û peykeran navê hêzên çekdar ên ku di şer de hatin kuştin, anîn.

Bîrdariya Roboskî ya li Peyasê hate rakirin.

Bîrdariya ji bo siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan ê li Cizîrê hate rakirin.

Peykerê ku ji bo bîranîna Ûgûr Kaymaz li Qoserê hatî çêkirin hate rakirin û li şûna wê kûleya saetê hate danîn.

Bîrdariya Ûgûr Kaymaz a ku Şaredariya Sûrê danî, hate rakirin.

Peykerê Şaîrê Kurd ê Navdar ê Ahmet Arîf ê li Sûrê hate rakirin.

Qeyûmê Bazidê peykerê şaîrê Kurd ê Ehmedê Xanî rakir.

Qeyûmê dagirker ê Nisêbînê Bîrdariya Newrozê ya ji bo bîranîna 16 welatiyên ku Newroza 1992'an hatibûn qetilkirin, rakir.

Peykerê Kewa Aştiyê ya li navçeya Artûkluyê hate rakirin.

Mala Sersaxiyê ya Cûdiyê ya Cizîrê hate hilweşandin.

Navê Ceyla Onkol ji parkê hate rakirin, ku Onkol li Licê bi topên dewleta Tirk hate qetilkirin.

QEYÛM DIJMINÊ HUNERÊ NE

Qeyûmên dagirker li gel dijminatiya li saziyên jinan, Kurdî, nirx û sembolê Kurdî her wiha dijminatî li hunerê jî kirin. Li Kurdistanê li 14 bajaran navendên çand û hunerê hatin girtin. Navendên çand û hunerê kirin cihê qursên Quranê û bi naverokên dînî. Bi sedan xebatkarên çand û hunerê ji kar hatin avêtin. Derfetên bi hezaran xwendekaran ji dest wan hatin standin. Bi dehan festîval hatin qedexekirin. Çalakiyên pêşangeh, perwerde, nîşandana fîlm û şanoyan hatin girtin.

Sînameya Yilmaz Guneya Êlihê bi destê qeyûmên dagirker hate girtin.

Şanoya Bajêr a Êlihê hate girtin.

4 Malên Gel ku dersên çandî didan ji hêla qeyûmên dagirker ên dijminê çanda Kurdistanê ve hatin girtin.

Peymana 31 lîstikvanê Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê nehate nûkirin û dawî li karê wan hate anîn. Şanoya Bajêr a Şaredariyê ya Şaredariya Mezin a Amedê ya 27 salî ji hêla qeyûm ve hate girtin.

Navenda Çand û Hunerê Laleş a Silopya dewrî Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TUGVA) kirin. Rêveberên TUGVA'yê navê 'Laleş'ê ji navendê derxistin, hemû resmên Ehmedê Xanî , Cegerxwîn, Dildar, Ayşe Şan û Meryemxan û ramanwerên Kurd jê birin.

ŞAREDARÎ KIRIN ÇIRAVA DEYNAN

Qeyûmên ku hatin ser şaredariyên Kurdistanê her wiha deynekî mezin ji şaredariyan re hiştin. Qeyûmên ku hemû şaredarî bê deyn standin, di demeke kin de deynekî mezin ê bi milyonan li ser şaredariyan hiştin. Gelek ersayên şaredariyan qeyûman pir bi erzanî dane rêveberên navçeya AKP'ê û xizmên wan.

Qeyûmê Dersimê 40 milyon lîre deyn kire sukra Şaredariya Dersimê. Her wiha kargeh, otopark, mexaza, mal, market bi rêya îhaleyan firotin.

Qeyûmê Wanê Şaredariya Wanê kire navenda rantê ji bo AKP'yiyan. Hemû mal û milkên şaredariyên pêşkêşî AKP'yiyan kirin, qîma xwe bi vê neanîn dest bi firotina Gola Wanê kirin. Cafe û xwarinxaneyên li dora Gola Wanê ji bo 25-40 salî dane AKP'yiyan.

Qeyûmê Êrdîşê hemû qadên cemaweriyê yên şaredariyê û mekîneyên kar firot.

Qeyûmê Cizîrê 200 milyon lîre deyn kire sukra şaredariya Cizîrê.

Qeyûmê Sûrê 14 ersayên şaredariyê bi 44 milyon û 123 hezar lîreyan firot.

Qeyûmê Şaredariya Mezin a Mêrdinê mal û milkê şaredariyê da ber firotinê. 900 milyon lîre deyn kire sukra şaredariyê.