Kiryarên êrîşên li dijî HDP'ê wê neyên dîtin!

Li avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê, teqîna bombeyên li guldankê û paketekê hatibû bicihkirin, mora xwe li siyaseta Tirkiyeyê xist.

Li avahiyên HDP'ê yên Edene û Mersînê, teqîna bombeyên li guldankê û paketekê hatibû bicihkirin, mora xwe li siyaseta Tirkiyeyê xist. Yekîneyên Emniyetê piştî lêkolînê lêpirsîn dan destpêkirin. Van êrîşan hêzên tarî yên di nava dewletê de yên weke 'TÎT'ê anî bîra mirovan.

Girîngî û rewşa kozmopolît a bajarên Edene û Mersînê di siyaseta Tirkiyeyê de, hin derdoran aciz dike. Her çend weke wargeha mirovên xizan û bindest tê dîtin jî, di tevahiya rêveçûna dîrokê de ji şaristaniya Çûkûrovayê re malovanî kiriye. Bûye warê mirovên ji ber koçberiya ji neçarî û bêkariyê ji bajarên Kurdistan û Anatoliyê koç kirine, lê girtiye. Edene û Mersîn di salên bihurî de bi çalakiyên provokatîf gelek caran ketibûn rojevê.

Beriya provokasyona alê ya li Mersînê Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TÎT) li hucreyeke xwe destê xwe dianîbû ser Quranê û ji bo qetilkirina sond xwaribûn. Dûre kesê bi navendên tarî ve girêdayî, ku hat îdîakirin 'polîsê sivîl' e, ala Tirk bi erdê ve kaş kir.

Li aliyê din derketibû holê ku li Mersînê sîxurtî li ser mirovan hatiye ferzkirin û bi derxistina provokasyonan di çalakiyên demokratîk re hewl hatiye dayîn HDP bê terorîzekirin. Li gorî agahiyên ÎHD'ê, li Mersînê ekîbên Têkoşîna li dijî Terorê bi rêya gelek kesên kiribûn sîxurê xwe, çalakiyên gel li hemberî hev rake, pêk anîne. Herî dawî bi bûyera Pozanti re Edene û Mersîn ketin rojeva cîhanê.

Li pasaja ku deriyê avahiya HDP'ê ya Mersînê jî lê ye, polîsên sivîl ji tabûreyan qereqoleke seyyar çêkirine. Li ti devera Kurdistan û Tirkiyeyê pêkanîneke bi vî rengî nîne. Der heqê vê rewşê de wekîl û rêveberên HDP'ê her çend bi Waliyê Mersînê re hevdîtin kirin jî 'ewlekarî' weke hincet hat nîşandan.

Di salên dawî de her kesên ketin avahiya HDP'ê rêveber, serok, hunermend, hiqûqnas, rojnamevan, wêneyê her kesî ji aliyê polîsan ve hatin kişandin. Bi operasyonên 'KCK'ê re jî ev wêneyên hatin kişandin mîna delîlê sûc li gilînameyê hatin bicihkirin.

Ev polîsên ku qaşo ji bo 'ewlekariyê' li herêmê ne, her kesên mûxalîfê sîstemê ye, dema ji wê kolanê derbas dibin, bi bêtêlê re ji navenda xwe re radigihînin. Tê gotin ku haya ti ji van yekîneyên polîsan ji yên dixwazin komkujiyê bike, nîne. Lê belê careke din derket holê ku ev hêzên tarî yên gefê dixwin, wê li Mersînê nikaribin hembêzkirina HDP'ê ya hemû gelan, asten bikin. 

HDP'yî bawer nakin ku hewldana komkujiyê ya li Edene û Mersînê were ronîkirin. Beriya 7 mehan ji Rojnameya Ozgur Gundemê Kadrî Bagdû, dema rojname belav dikir ji aliyê hêzên tarî ve hat qetilkirin, lê kiryar hînê nehatine dîtin. Li Edeneyê bi dehan rojname tên belavkirin, lê belê heta niha yek ji belavkarekî jî rastî gefê nehatiye, nehatiye binçavkirin, deh heqê wî/ê de doz nehatiye vekirin. Beriya niha bi 5 salan belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Metîn Alataş li bexçeyên pirteqalan hatibû darvekirin. Kiryarên Alataş ê hînê nehatine dîtin. Li Çûkûrovayê bi taybetî li hemberî Kurdan bi giştî jî li dijî derdorên mûxalîf, êrîşên hêzên tarî, her dewam in.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê dibêje êrîşên li hemberî HDP'ê li wan hatiye kirin, rastî nerazîbûna HDP'ê tê. Ji aliyê hemû nêrînên siyasî ve tê destnîşankirin ku êrîş li hemberî projeya jiyana nû ya HDP'ê.