Kiliçdaroglû: SADAT hêlînA terorê ye

Serokê Giştî yê CHP’ê Kiliçdaroglû got ku SADAT hêlîna terorê ye û heke li welat êrîşek bibe berpirs SADAT e.

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû, hat ber Şîrketa Hevpar a Pîşesazî û Bazirganî ya Avahîsaziyê ya Şêwirmendiya Parastina Navneteweyî (SADAT). Kiliçdaroglû yê nexistin hundir, li ber SADAT’ê axivî û got: “Em hatin ji wan pirs bikin bê ka çend terorîst gihandine, terorîstên ku gihandine li kû ne; lê çûn û ketin hêlîna xwe.”

Kiliçdaroglû anî ziman ku SADAT maka terorê ye û heke êrîşek li welet bibe berpirs SADAT e.