KGDE: Hêrsa kar a Kapîtalîzmê penaberan qetil dike
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (KGDE) têkildarî du keştiyên ku ji Lîbyayê rabûn û noqî avê bûn, nêzî hezar penaberî jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî da.
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (KGDE) têkildarî du keştiyên ku ji Lîbyayê rabûn û noqî avê bûn, nêzî hezar penaberî jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî da.
KGDE’ê di daxuyaniya têkildarî keştiyên noqî avê bûn û gelek penaberan jiyana xwe ji dest dane de got: “Divê em sekna xwe ya herî xurt a têkoşîna xwe, berê wê bidin pergala sermayeya serdest a ya keştî bi rê ve dibirin. Bepirsê vê bûyerê pergal bi xwe ye.”
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (KGDE) têkildarî du keştiyên ku ji Lîbyayê rabûn û noqî avê bûn, nêzî hezar penaberî jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek nivîskî da.
EMPERYALÎST DIKUJIN Û KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN
Di daxuyaniyê de hat gotin ku qirkirin û şer, di mantiqa sereke ya cîhan sermayeyê de heye û got: “Kapîtalîzm ji van her du hêmayan xwedî dibe. Mirovahî û xwezayê diavêjên plana duyemîn. Şerên emperyalîst tevî mirinan, koçberiyê jî li mirovan ferz dikin. Navê rêya di navbera mirin û jiyanê de, ‘rêwîtiya jiyanê’ ye ji bo penaberan. Di çend salên dawî de bi deh hezaran kes di ‘rêwîtiya hêviyê’ de jiyana xwe ji dest dan. Di zeviyên bi mayîn de, di rêyên çiyayan de cemidîn, li deryayan xeniqîn û li sînoran hatin gulebarankirin. Di rêwitiya deryayê de di hefteya dawî de nêzî 1000 mirovî jiyana xwe ji dest da.
Divê em bizanin ku kî li dumena keştiyan rûniştiye. Bi hezaran mirov bi destê şebekeyên mirinê yên ku bi hêrsa kara kapîtalîzmê tevdigerin, tên qetilkirin. Divê teqez ji vê re bêjin êdî bes e. Divê em li dijî vê xwe rêxistin bikin.”