Ketin û derketina 30 bajarên mezin û Zongûldakê hate qedexekirin
Wezareta Karê Navxweyî ya Tik diyar kir ku wan ketin û derketina 30 bajarên mezin û Zongûldakê 15 rojan dirêj kirine.
Wezareta Karê Navxweyî ya Tik diyar kir ku wan ketin û derketina 30 bajarên mezin û Zongûldakê 15 rojan dirêj kirine.
Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk diyar kir ku wan ketin û derketina 30 bajarên mezin û Zongûldakê heta 15 rojan qedexe kirine.
Wezaretê got ku “Hemû ketin û derketina bi rêya hewayî, behrê, bejahîyê ya bajarên Edene, Enqere, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bûrsa, Denîzlî, Amed, Erzirom, Eskîşehîr, Dîlok, Antakya, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Qeyserî, Kocaelî, Konya, Meletî, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûgla, Ordû, Sakarya, Samsûn, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zongûldakê îşev ji saet 24.00’an û şûnde heta 15 rojan, li gorî isûl û esasên berê hatibûn diyarkirin, hatiye qedexekirin.”