Keştiya Îmraliyê tenê ji bo parêzeran xerabe ye!

Keştiya Îmraliyê tenê ji bo parêzeran xerabe ye!

Parêzerên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê dîsa bi hinceta keştî xerabe ye serlêdana parêzeran red kirin. Hêj duh keştî çûbû Îmraliyê. 

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê rayedaran disa heman hincet nişan da û bi îdiaya "keştî xerabe ye" serledana parêzeran a çuna Îmraliyê red kir. Serlêdana parêzeran a hefteya borî bi hinceta "kêştî xirab e" hatibû astengkirin. 

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 573 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 160 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin. Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên 2 girtiyên din ên li Îmraliyê tên girtin çûn Îmraliyê û hevdîtina asayî ya malbatê pêk anînbûn.