Keskîn: Peymana Stenbolê destûra bingehîn a jinan e

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn got Peymana Stenbolê ji bo jinan weke destûra bingehîn e, ku bi xwîna xwe bi dest ve anîne û diyar kir ew ê qet dev ji vê neqerin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir, vekişîna ji Peymana Stenbolê bi rengekî aşkere tê maneya meşrûkirina tundiya li ser jinê ya bi dest û zimanê dewletê.

Keskîn got li gel ku di dozên tundiya ser jinê de ew peymanê weke referans nîşan didin jî dadrêsên Tirk guh nadinê û hin ji dadrêsen Tirk jixwe haya wan ji peymanê jî nîne.

Keskîn bal kişande ser necazekirina derheqê tundiya li ser jinê û got, ''Heta 2005'an di Qanûna Cezayê ya Tirk de tundiya li ser jinê ne sernava beşekê jî bû.''

Keskîn her wiha diyar kir Peymana Stenbolê dixwaze nirxên feoal, mêrserwer û milîter û hişmendiya namûsê rapirse û sedema ku dewleta Tirk dixwaze îro îmzeya xwe ji vê peymanê bikişîne ev e, ji ber ku dixwazin malbat bi rengê berdest bidome, çikû mirovan di nav malbatê de bi îdeolojiya fermî hêsantir dikarin biguherînin û wiha jî pergala serwer a mêr didome. Keskîn got,''Lê li nan malê tundî didome. Ji ber vê dixwaze ser tundiyê bigirin, 'pîroziya malbatê' bidome.''

Keskîn bi berdewamî diyar kir Peymana Stenbolê ji bo jinan weke destûra bingehîn e li gel tundî û kuştina jinan bi xwîna xwe bi dest ve anîne û got jin ti caran wê dev ji vê peymanê neqerin.

Li ser tacîz, tecawîz û êrîşên li ser jinê yên li Kurdistanê ku van demên dawî zêdetir bûye, diyar kir ev ne rewşeke nû ye, ji ber ku têkoşîna jinê eştir bûye û bi bandora medyaya sosyal tundiya li ser jinê bêhtir tê bihîstin. Keskîn her wiha got nexasim salên 90'î êrîşa zayendî ya li ser zarok û jinan pir zêde bûye, mînaka Êlihê da û got salên 90'î tekane sedema kuştina jinan êrîşên zayendî bûne, yên ku bi destê dewletê hatine kirin.

Keskîn herî dawî got têkoşîna jinan yek ji têkoşîna sereke ya vê cografyayê ye û jin dev ji heq û têkoşîna xwe naqerin.