Kesên tevlî anketa AG bûn: Bila Ocalan serbest berdin
Kesên tevlî anketa AG bûn: Bila Ocalan serbest berdin
Kesên tevlî anketa AG bûn: Bila Ocalan serbest berdin
Nîqaşên li ser hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re didomin û li gorî anketeke ku hatiye kirin de kesên tevlî bûne serbest berdana Ocalan xwestine û her wiha diyar kirine ku, PKK tevlî jiyana siyasî bibe. Her wiha di anketê de hate diyar kirin ku, ger îro hilbijartin çêbibe dê BDP benda ji sedî 10 bide zorê.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê anketa Şîrketa Lêkolînê ya Adîl Gur (AG) beriya pêvajoya îmraliyê pêk hatiye. Lêkolîna ku encama wê ji aliyê Zanîngeha Bîlkent ve hate lêkolînkirin, li 7 herêman li 48 bajar û 186 navçe û girêdaye vê 369 tax û gundan bi kesên temenê wan di 18’yî re jê 3 hezar û 252 jin bi bi giştî bi 6 hezar û 516 kesî re rû bir û hevdîtin hat kirin. Rojnameyê diyar kir ku, lêkolîn ji Serokwezîrê Tirk Erdogan û Fermandarê giştî û MÎT’ê re hatiye şandin û ji ber ku hikûmetê hesas dîtiye ji rayagiştî re hatiye parvekirin.
Li gorî nûçeya rojnameyê hilbijêrên BDP’ê ku tevlî anketê bûne ji sedî 75 piştgiriyê didin vê û hilbijêrên AKP’ê jî ji sedî 52 piştgiriyê didin vê.
Ev anketa ku di demeke hevdîtinên Îmraliyê de ne di rojevê de bû pêk hat piraniya kesên tevlî anketê bibûn hevdîtina bi Ocalan re xwestine. Ji sedî 66’ê kurdan dibêjin bila bi Ocalan re hevdîtin bê kirin û ji sedî 61 jî serbestberdanê dixwazin. Hejmara kesên dixwazin bila bigirin hepsa malê jî ji sedî 32.2 ye.
Di lêkolînê de ji sedî 82’î xwestin di qada cemawerî de xizmeta kurdî bê dayîn. Ji sedî 65 ji perwerde ya zimanê dayîkê re got erê. Ji sedî 49’ê kurdan, ji sedî 62’yê tirkan, berlêvekirina kurdan a hikûmeta AKP’ê têkçûyî dîtiye.
Di nûçeyê de tê gotin ku, di navbera hilbijartinên 1995-2011’î de Kurd her çûne bi hêz bûne û AKP’ê jî di navbera 2007-2011’an de ji sedî 11 deng wenda kirine. Her wiha hate gotin ku, ger îro hilbijartin bê kirin dê BDP’ê benda ji sedî 10 bide zorê.