Kesek li Amedê hate girtin
Kesek li Amedê hate girtin
Kesek li Amedê hate girtin
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê 2 kes û li Êlihê 5 kesên hatin binçavkirin 4 jê serbest hatin berdan. Ji kesen hatin binçavkirin Yaşar Yalçin bi îdîaya "Teqemenî li ser xwe gerandiye" hat girtin.
Li navçeya Wêranşara Rihayê piştî kongreya BDP'ê ya Wêranşarê Elî Bîlen û Mehmet Tamamboga bi îdîaya tevlî çalakiyan bûne hatin binçavkirin. Bîlen û Tamamboga li Midûriyeta polîsan serbest hatin berdan.
Li taxa Seyitlerê ya Êlihê jî di 6'ê Sibatê de polîsan bi ser gelek malan de girt û 5 kes binçavkirin. Di serdegirtina malan de bi îdîaya "teqemenî li ser xwe gerandine Abdulcebar, Şoreş Tatli, Yaşar Yalçin, kurê wî Yusuf Yalçin û Zeki Dinç, hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan ya Êlihê. Piştî îfadeyê Zekî Dinç û Abdulcebar, Şoreş Tatli û Yusuf Yalçin serbest hatin berdan û Yaşar Yalçin sewqî dozgeriya komarê ya Amedê hat kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Teqemenî li ser wî hatiye girtin" Di derbarê Yalçin de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.