Kesek hat girtin, yek jî hat binçavkirin

Kesek hat girtin, yek jî hat binçavkirin

Li Mêrsînê xwendekarên lîseyê U.T. ê hatibû binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin girtîgehê. Li Hatayê jî kesekî ku tê gotin penaber e bi hinceta “endamê rêxistinê” ye hate binçavkirin.

Rojên buhrê xwendekarê Lîseya Anadolu Teknîk û Pîşeyî ya Zafer Çaglayan a li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê U.T. polîsan xwestibûn binçav bikin, lê ji ber ku xwendekaran nerazîbûn nîşan dabûn polîsan gule berdabûn hewa û bi qontaxên çekan xwendekar derb kiribûn.

Piştre xwendekar U.T. hatibû binçavkir, U.T. piştre derxistin dozgeriyê û dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ biryara girtinê da û xwendekarê lîseyê şandin girtîgehê.

Li aliyê din li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jî welatiyekî ku tê gotin penaber e, bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye û li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ û di heman demê de di 13’ê 2011’an de li dijî Navenda Polîsan a Denîzcîlerê êrîş pêk aniye hate binçavkirin.