Kesê êrîşî avahiya HDP’ê kiribû ji ber bêzarkirina derdor hate girtin

Êrîşkarê bi navê Mehmet Salih Hîsar ê li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê gule bera hewa teqandibû, ji aliyê dadgehê ve ji ber ‘bikaranîna çeka bê ruxsar’ û ‘bêzarkirina derdor’ hate girtin.

Di dîroka 15’ê Çileyê de li dijî avahiya Partiya Demokratîk a HDP’ê ya Beyoglû ya Stenbolê êrîşek pêk hatibû. Kesê bi navê Mehmet Saih Hîsar ê saet 15:00’an hate ber derê avahiyê 7 gule bera hewa teqand, piştre jî xwe radestî Midûryeta Emniyetê ya navçeyê ya li heman kolana avahiya HDP’ê bû. Hîsar ê îdîa dike ku ji Kayseriyê hatiye, piştî keşfa du rojan û şûnde êrîş pêk anî bû. Hîsar ê HDP’ê gilî li wî kir 4 rojan li Midûryeta Emniyetê ya Stenbolê destgîrkirî dimîne.

Hîsar duh ji aliyê dadgehê ve bi sûcê ‘bikaranîna çeka bê rûxsar’ û ‘Bêzarîdayîna derdor’ biryara girtina wî da.