Kerry careke din dengê xwe li Tirkiyê kir

Wezerata Karê Derve yê DYA’yê der heqê rewşa lînckirinê ya li Tirkiyê ku piştî hewldana darbeyê pêk hat, got, divê prensîbên demokratîk û dewleta hiqûqê neyê binpêkirin.

Li gorî nûçeya Washîngton Postê Kerry diyar kir, heke dewleta Tirk dest ji prensîbên demokratîk û dewleta hiqûqê berde, endamtiya NATO’yê dewleta Tirk wê bikeve talokeyê.

John Kerry piştî hevdîtina bi Nûnerê Paye Bilind ê Karê Hundir ê YE’, Federîca Mogherînî re kirî, got, divê NATO jî ji demokrasiyê re hurmetdar be.

Kerry got, Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu temînat daye ,’’  hikûmeta wan ew ê hurmetdar be ji demokrasiyê û dewleta hiqûqê re ‘’ û got, NATO wê bi baldarî li bergiriyên vê mijarê binerin.

Di nûçeya Washîngton Postê de tê gotin Kerry gotiye bi lez û bez gelek kes hatine binçavkirin û li gel tansiyona zêde jî wê li gel Tirkiyê, ‘’hevkariya çêker a bi mebesta ku nekeve şaşîtiyan’’ bidomînin.

Kerry her wiha têkildarî îadekirina Fethullah Gulen jîg ot, ‘’li şûna sûcdariyan divê delîlên teqez hebin’’ û got, di îadekirina pêkan de sûcdarî û delîl ku li gorî standartên hiqûqa DYA’yê bin, di mijara derîsînorkirinê de ew ê ji peymanan re hurmetdar bin.