Kêmeneteweyên Saratovê Komploya 15’ê Sibatê nelet kirin

Kêmeneteweyên Saratovê Komploya 15’ê Sibatê nelet kirin

Kêmeneteweyên bajarê Saratovê bi boneya şermezarkirin û neletkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Mala Kurdan civiyan. 

Bi boneya 14’mîn salvegera radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ya bo Tirkiyeyê kêmenetewê li bajarê Rûsya yê Saratovê jiyan dikin îro dane sibê li Mala Kurda civînek li darxistin. Di despêkacivînê de Serokê Mala Kurda ya Saratovê Mihrabî Feto axaftinek kir. Feto di axaftina xwe de dadiyar kirin ku komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin li ser hemû gelê di nav lêgerîna azadiyê hatiye maşandin û got:

“Komploya 15’ê Sibatê ji bo hemû gelê di nav lêgerîna azadiyê de ye wek roja reş tê dîtin. Ji ber ev komplo di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser hemû gelan hatiye maşandin. Ji ber vê yekê pêwîste hemû gelê birçiyê azadiyê vê rojê nelet û şermezar bike.”

Piştî axaftina Feto Serokê Organizsyona Kêmenetewa Aleksandir Zoyev jî li ser girîngiya rojê axivî û got: “Beriya niha 14 sala di vê meha bext reş de Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin. Lê Ocalan ti carî hêviyê xwe ji azadî serkeftinê qut nekir. Ji ber vê yêke di bin şert û mercên herî zehmet de têkoşîna xwe di asta herî bilind de da meşandin. Ev yek mezinbûna kesayeta wî dide diyar kirin. Tenê yê mirovê xwedî kesayetê mezin dikarin şoreşê mezin bikin. Ev yek di rihê Ocalan de heye. Em wek kêmnetewê li federasyona Rûsyayê jiyan dikin vê roja reş nelet û şermezar dikin ji ber ku, bi vê komplo yê tiştê hatiye armanckirin tenê tunekirina Ocalane. Tunekirina hêviyê gelê bindeste jî.”