Kemalbay: Xewn û xeyalên Erdogan Gûantanamo ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay got, bi biryarnameyên nû re jiyana kesî êdî ne ewle ye û gefeke mezin li ser girtîgehan çêbûye.

Piştî ku biryarnameyên di hukmê qanûnî de yên bi hejmara 695 û 696 hatin weşandin, HDP'ê bang li hevserokên xwe yên bajaran kir ku bi rengekî awarte bicivin. Civîn li Navenda Giştî ya HDP'ê dest pê kir. Piştî navber ji civînê re hate dayin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kemalbay got, "Bi biryarnameyên 695 û 696 re eşkere bû ku pêvajoya darbeya sivîl a li Tirkiyeyê wê girantir bibe. Bi rêya biryarnameyan Tirkiye ber bi rewşeke kaotîk ve tê dehfdan ku sivîl lê hev bikujin. Ev yek biryareke li dijî demokrasiyê, li devreyî wijdan e ku pîvanên demokratîk û hiqûqê ji holê rake û gel li hemberî hev radike."

Kemalbay işaret bi biryarnameya ku rê li ber 'sivîlan' vedike ku bi navê 'têkoşîna li dijî terorê' mirovan bikuje û neyên cezakirin. Kemalbay got, "Hikumetê bi awayekî vekirî eşkere kiriye ku ji niha û pê ve jiyana kesî ewle nîne û nîşan daye bê bi çi rengî bersiv ji daxwazên civakî re were dayin."

'BI TÊKOŞÎNA XWE EM BIRYARNAMEYAN PÛÇ BIKIN'

Kemalbay da xuyakirin ku desthilatariya Îslamiya siyasî ya ku pêvajoya darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê ew mezin kir, mîrateya vê darbeyê dewr girtiye û got, "Erdogan mîrateya Kenan Evren ji xwe re dewr girt. Xuya ye Devlet Bahçelî jî xwe dişibîne yek ji aktorên wê demê Bulent Ûlûsû. Divê civaka Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, mirovên xwedî wijdan û exlaq, alîgirên demokrasiyê lazim e li ber vê yekê rabin."

Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay têkoşîn di navbera hêzên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin û hêzên faşîst ên polîtîkaya tekparêz ferz dikin, tê meşandin û got, "Pêwîstî ye ku hemû alîgirên demokrasiyê bi hev re tevbigerin. Divê em têkoşîneke ku Rewşa Awarte ji holê radike û hemû biryarnameyan pûç dike, bimeşînin."

Kemalbay da xuyakirin ku divê Rewşa Awarte tavilê bê rakirin û wiha dewam kir: "Biryarnameyên Rewşa Awarte bê hikum in. Ev biryarname divê ji aliyê meclîsê ve werin qebûlkirin, lê belê deriyê meclîsê hatiye girtin. Ti eleqeya Rewşa Awarte bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re nemaye."

'KINCÊ JI YEKRENGÎ WÊ RÊ LI BER KOMKUJIYAN VEKE'

Kemalbay lixwekirina kincê ji yekrengî ya ku li ser girtiyan tê ferzkirin bi bîr xist û got, "Eşkere ye ku kincê ji yekrengî tê wateya komkujiyê û li dijî vê berxwedan divê. Pêwîste bê dîtin ku gelek mirov wê ji vê mexdûr bibin. Girtiyên siyasî îlan kirin ku wê bi ti awayî kincê ji yekrengî li xwe nekin. Hemû girtîgeh bi akademîsyen, rojnamevan û siyasetmedarên bi rengekî nehiqûqî hatine girtin, dagirtî ne. Me hemûyan bi hev re dîtin ku mafê parastinê ji destê Ahmet Şik hate girtin. Di rewşeke bi vî rengî de ferzkirina lixwekirina kincê ji yekrengî, parçeyek ji hewldana rakirina civakê ya li hemberî hev e."

Kemalbay di dewama axaftina xwe de got, "Em dibînin ku xewn û xeyala rejîma AKP-Erdogan Gûantanamo ye. Tê dîtin ku kiryarên li dijî mirovahiyê yên li wê derê, xewn û daxwaza Erdogan e. Çawa ku zindan wê yekrengî parçe bike, divê em civak jî bi hev re li dijî yekrengî têkoşîna xwe geş bikin.

Armanc ji van êrîşan, dûrxistina civakê ji aştiyê ye. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Birêz Ocalan dewam dike. Em careke din dibêjin, divê tecrîd were rakirin."