Kemalbay: Kincê 'yek tîp' sedema berxwedan û serhildanê ye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, li kongreya partiya xwe ya bajarê Agiriyê axivî û rojev nirxand.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, li kongreya partiya xwe ya bajarê Agiriyê axivî û rojev nirxand.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay beşdarî kongreya partiya xwe ya li Agiriyê bû.
Kemalbay, di serî de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexta lixwekirina kincê ji yek tîpî ya li girtiyan tê ferzkirin, rojev nirxand.
Kemalbay da xuyakirin ku gelên Tirkiyeyê di nava du sal û nîvan de di têkoşîna ked, aştî û demokrasiyê de berdêlên gelekî giran dane û got, "Ji ber ku em dixwazin azadî, wekhevî, aştî, ked û jin li her qada jiyanê hebin, dewlet êrîşî me dike. Ji ber ku em dixwazin gelê Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe, em dixwazin li welatekî hevpar bijîn êrîş li me tê kirin."
Kemalbay diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê statukoya 100 salî ya dewletê bi kirasekî nû li ser wan ferz dike û destnîşan kir ku ew bi biryar in heta bi ser bikevin têkoşîna xwe bidomînin.
#Kemalbay Ağrı İl Örgütümüzün 2. Olağan Kongresi’nde konuşuyor https://t.co/a7qkL1SRUq
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 24. Dezember 2017
ERDOGAN SOND XWARIYE JI BO BIBE ÎSRAÎLA DUYEMÎN
Di dewama axaftina xwe de Kemalbay anî ziman ku zîhniyeta îro li Bedliyê Goristana Garzanê xera kiriye û cenazeyên li goristanê biriye cihekî nediyar, ti cudahiya xwe ji zîhniyeta Îsraîlê nîne û got, "Gelo kîjan zilm maye ku Îsraîlê li gelê Fîlîstînê kiriye, lê dewleta Tirk li gelê me nekiriye? Xuya ye Erdogan sond xwariye bibe Îsraîla duyemîn. Bi rêya SÎHA, bi kiryarên şer, tiştên ku Îsraîlê li gelê Fîlîstînê dike, ji bo li gelê Kurd bike çi ji dest tê dike. Ji ber vê yekê ev budçeya hatiye amadekirin budçeya şer e. Ev budçe dibe tank û top û li gelê me vedigere."
CENAZEYÊ CEMÎLE NE LI ÎSRAÎLÊ, LÊ LI ŞIRNEXÊ DI SARINCÊ DE HATE HIŞTIN
Kemalbay wiha dewam kir: "Ey Erdogan xwe weke lîderekî cîhanê nîşan nede. Her kes zane bê tu çi ye. Gelê Fîlîstînê hîç ne xema te ye. Eger xema te bûya, te yê têkiliyeke di vê astê de ya aboriyê pê re danîbûya? Te yê li Mavî Marmara, di navbera Quds û Enqereyê de peyman îmze bikira? Der barê jiyana gelê Fîlîstînê de te heta niha kîjan gav avêtiye? Te kîjan dorpêçî li ser Fîlîstînê rakir? Li şûna rakirina dorpêçiyan, te li vir dorpêçiyên nû danî. Li Şirnexê cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li zikakê ma, Cemîle li sarincê hate hiştin, Seyda li mutbexa mala xwe hate kuştin. Ev li Îsraîlê nebûn, ev li Şirnexê bûn."
ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ
Kemalbay da xuyakirin ku kesên ji Meksîkayê, ji Amerîkayê re dibêjin 'dîwaran lê nekin' li Kurdistanê dîwaran lê dikin, her roj şer li dijî Efrînê îlan dikin û got, "Çi dibêjin? Qaşo ew Kobanêyeke nû naxwazin. Kobanê tê wateya têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê. Mebest ji gotina 'Em naxwazin Kobanêyeke nû rû bide' ew e; 'Bila DAÎŞ bê, serê mirovan jê bike, jinan li nava kolanan bifiroşe, komkujiyan bike'. Halbûkî Efrîn cihekî welê ye ku DAÎŞ'ê nekariye xwe bigihêjîne wir û zêdeyî 500 hezar mirov di nava aştiyê de lê dijîn. Li Efrînê aştî heye, hêviya ji bo paşerojê heye. Bi êrîşa li dijî Efrînê, tu dixwaze vê hêviya aştiyê tine bike. Lê bi ya te nabe; wê aştî pêk were, wê biratî pêk were. Jiyana nû mîna li Rojava wê li ser vê axê jî şîn bibe."
XWESTIN HDP'Ê TÊK BIBIN, LÊ EW BI XWE TÊK ÇÛN
Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay işaret bi hewldanên tasfiyekirina HDP'ê kir û got, "Nûnerên me yên siyasî îro dîl girtî ne. Hevserokên me, paralmenterên me, hevşaredarên me, rêveber û endamên partiya me dîl girtî ne. Lê bi ser neketin. Hewl dan gelê Kurd têk bibin, lê dibînin ku gelê Kurd bi serbilindî li ser piyan e. Xwestin me têk bibin, lê bi xwe têk diçin, têk çûn.
Bala xwe bidin wî; li Şirnexê, li Colemêrgê dipeyive. Li Colemêrgê dibêje, 'Ez qedexeya li ser zozanan radikim'. Gelo kê qedexe danî ser zozanan? Li pêşberî me desthilatdariyeke welê heye ku li dijî xwe polîtîkayê dike. Li Şirnexê salon tijî polîs û leşker kir û ji wan re got, 'Me 28 ji sedî girt'. Wan jî jê re li çepikan xistin. Piştre jî rabû got, 'Li çepikan nexin, şaş hate fêhmkirin'. Li bajarekî ku te ewqas komkujî kir, tu hê li benda çi ye?"
FERZKIRINA KINCÊ JI YEK TÎPÎ SEDEMA BERXWEDAN Û SERHILDANÊ YE
Kemalbay di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku mîna hevrêyên xwe yên li girtîgehan li ber xwe didin wan ti carî dest ji îdîayên xwe yên siyasî bernedane û got, "Ti zext nikare bi me. Rejîma AKP-MHP ji bo xwe li ber dilê hêzên statukoparêz xweş bike, nîşan dide ku wê êrîşên xwe zêde bike. Bi biryarnameyên nû dixwazin lixwekirina kincê ji yek tîpî li ser girtiyan ferz bikin. Ferzkirina lixwekirina kincê ji yek tîpî sedema berxwedanê ye, sedema serhildanê ye. Ji salên 80'î û 90'î wêdetir hûnê li dijî vê pêkanînê berxwedanekê bibînin. Yek tîp tê wateya komkujiyê. Rejîma AKP-Qesrê çiqasî di vê polîtîkayê de israr bike, em ê jî ewqasî li ber xwe bidin. Em ê vê desthilatdariyê biavêjin ser sergoyê dîrokê."
TECRÎDA LI SER OCALAN FERZKIRINA NEÇARESERIYÊ YE
Hevseroka HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya niha bi du sal û nîvan bi afirandina atmosfera jiyana bi hev re rê û rêbazên jiyana hevpar nîşan da û got, "Diyaloga aştiyê di nava vê atmosferê de pêk hat. Tecrîda li ser Birêz Ocalan ferzkirina neçareseriyê ye. Ev gel dikare çareseriyê bi destê xwe ava bike. Her yek ji me neferê vê ne. Bi xurtkirina têkoşîna yekbûyî em dikarin bi ser bikevin."