Kemalbay: Ji bo guhertina pêvajoyê em plansaziyekê amade dikin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay diyar kir, HDP'ê di pêvajoya 7'ê Hezîranê de nîşan daye ku welatekî cuda dikare bê avakirin û got, ew plansaziya têkoşînekê dikin ku karibin pêvajoya heyî biguherînin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, 7'ê Hezîranê ku benda hilbijartinê lê hilweşiya û pêvajoya piştî wê ji rojnameya Şûjin re nirxand.

'HDP'Ê NÎŞAN DA KU EM DIKARIN WELATEKÎ CUDA AVA BIKIN'

Kemalbay destnîşan kir, ku bi encamên referandûma 16'ê Nîsanê re hêvî neqediya ye û anî ziman, HDP wê di dema pêş de ji bo guherîna demokratîk û civakî li ser nexşerêyeke nû bixebite.

Kemalbay ragihand, 7'ê Hezîranê ji bo welêt hêviyeke mezin bû û bibîr xist, desthilatdariya 'tena serê xwe' ya AKP'ê di wê demê de hate hilweşandin.

Kemalbay diyar kir, HDP'ê xwe gihand gelek mirov û hêzên alîgirê guherîn û veguherîna demokrasî û aştiya civakî û got, "Ne tenê li erdnîgariya Kurdan, kir ku li rojavayê welêt jî ev daxwaz xurt bibe û belav bibe. HDP bû nîşaneyek ku civakek ber bi aliyê aştiyê ve dikare bê guhertin û di vê mijarê de welatekî cuda dikare were avakirin."

'BI SÊ KOMKUJIYÊN MEZIN BERSIV DAN SERKETINÊ'

Serpîl Kemalbay bibîr xist, AKP'ê ev vîna gel nas nekiriye, rewşa aştî û demokrasiyê ji holê rakiriye û destnîşan kir, ku bi 3 komkujiyan bersiv daye serketina 7'ê Hezîranê. Kemalbay di dewama axaftina xwe de got, "Ev yek jî peyameke girîng bû li dijî gelên Tirkiyeyê. Ji gelan re hat gotin, 'Nabe ku hûn ji jêrê ve daxwazan bikin. Nabe ku hûn guherîneke bi vî rengî ferz bikin. Em jî dikarin bi rijandina xwîn û rondikên çavan vê yekê bitepisînin'. Heman piştî wê demê, Tirkiye xistin nava tuneleke cihê tirsê. Teqînan, komkujiyan dewam kirin. Hemû teqîn û komkujiyên di wê demê de hatin kirin, li dijî HDP'ê û dostên HDP'ê hatin kirin."

'PÊŞDÎTINA OCALAN PIŞTRAST BÛ'

Kemalbay da zanîn, bi têkoşîna tevgera Kurd û HDP'ê re daxwaza aştî û azadiyê ya li Tirkiyeyê zêde bûye û ragihand, hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, encama pêvajoyek ji bo pêşîgirtina li vê pêşketina tevgera Kurd û hêzên demokrasiyê ye.

Kemalbay anî ziman, komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin, mirovên li jêrzemînên li Cizîrê hatin şewitandin, êşên giran ên li Sûr, Şirnex, Hezex û Nisêbînê hatin kişandin, koçberkirin û hewldana guhertina demografiyê nîşan didin, ku polîtîkayên şîdetê yên dewletê pêvajoyeke bi vî rengî çawa derxistine holê. 

Serpîl Kemalbay got, "Eger bê bîra we, Birêz Abdullah Ocalan gotibû, 'Eger em pêvajoya aştî û çareseriyê bi ser nexînin, wê hêza darbeyê bikeve nava tevgerê'. Ya bû, ev bû. Di 15'ê Tîrmehê de hewldaneke bi vî rengî ya darbeyê derket pêşiya me. Di 20'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte hate ragihandin û ji hingî ve ev saleke li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bê navber dewam dike."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay bibîr xist, di 4'ê Mijdara 2016'an de bi rengekî nehiqûqî hevserokên wan ên giştî û parlamenterên wan hatin girtin û diyar kir, ev pêkanîn ji bo valakirina nava HDP'ê û jiholêrakirina wê bûn.

'EM AMADEKARIYAN DIKIN KU PÊVAJOYA BIGUHERÎNIN'

Di dewama axaftina xwe de Kemalbay got, "Em amadekarî û plansaziyê dikin ku pêvajoyê biguherînin" û wiha dewam kir:

"Xuya ye di nava civakê de mirovên ji hev cuda difikirin, dikarin li cihekî hevpar li hev bicivin."

Serpîl Kemalbay bal kişand ser şerê giran ê 2 salên dawî û got, "Du salên giran biuhrîn, lê belê em niha hîn bêhtir bi hêvî ne. Di referandûma 16'ê Nîsanê de derket holê ku ev hêvî hê dewam dike. Em niha li ser nexşerêyeke guherîn û veguherîna civakî û demokratîk dixebitin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Kemalbay anî ziman, ku desthilatdarî bi feraseta heyî ya statukoparêz nema dikare xwe bi pêş ve bibe û got, "Ji her alî ve riziyayî ye, ji hev belav dibe, diteqe. Ji bo zextê li civakê bike, statukoyeke ku xwe li desthilatdariya Erdogan girtiye, heye. Em li ser dixebitin bê çawa karibin aştiyeke civakî û pêvajoya avakirina demokrasiya radîkal ji bo gelên xwe pêk bînin. Beşek ji vê nexşerêyê, kombûna li hev a dînamîkên demokrasiyê ye. Pirsgirêka herî girîng a pêvajoyeke bi vî rengî pirsgirêka azadî û wekheviya gelên Tirkiyeyê ye. Em dixwazin bi kes û hêzên qet em li hev rûneniştine li hev rûnên û bi vî awayî vê pirsgirêkê çareser bikin."