Kemalbay: Bi muxatabên sexte pêvajoya aştiyê nayê destpêkirin

“Li aliyekê şer û asîmlasyona dewma dike, li aliyê din muxetabên sexte didin avakirin û gotegotên ku wê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin belav dikin.”

Hevseroka Girşt ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a ku di Civîna Koma Meclîsa Partiyê de axivî wiha got: “Li aliyekê şer û asîmlasyona dewma dike, li aliyê din muxetabên sexte didin avakirin û gotegotên ku wê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin belav dikin. Heta roja me ya îro her desthilatdarên siyasî bi xeyalên wiha vala soz dabûn, pirsgirêk weke heyî piştguh kirine."

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Serpîl Kemalbay, di Civîna Koma Meclîsê ya asayî de axivî. Serpîl Kemalbay di civîna komê de kesên ku di 5’ê Hezîranê de li Amedê hatibû qetilkirin bibîr anî û got: “ 5’ê Hezîrana 2015’an li Amedê beriya ku Serok Salahattîn derkeve pêşiya gel li mîtîngê de bombe teqiya. 5 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan hevalên me jî birîndar bûn. Em hemûyan bi hurmet û rêzdarî bibîr tînin. Soza me ji bo wan hebû, têkoşîna aştî û biratiyê ya ku nîvî mayî, em temem bikin û bi teqez em ê bi ser bixin.”

Kamalbay diyar kir ku ji ber ku HDP’ê demokrasî û aştiyekî birûmet parast dilê bi milyonan qezenç kir û wiha pêde çû: “HDP’ê desthilat tirsand. Desthilatên ku ji windakirinê tirsiyan li dijî kesên demokrasî û aştiyê dixwazin xwe kirin yek. Dest bi polîtîkayên şer kirin. Di demekî pir kurt de ku Birêz Ocalan digot;’Eger pêvajoya aştiyê bi dawî bibe wê darbe bê kirin’ hişyarî kir, pêk hat û mekanîzma darbeyê pêk hat.”

Serpîl Kemalbay têkildarî îdîayên pêvajoya aştiyê jî ev nirxandin kir: “Li aliyekê şer û asîmlasyona dewma dike, li aliyê din muxetabên sexte didin avakirin û gotegotên ku wê pêvajoya aştiyê bidin destpêkirin belav dikin. Heta roja me ya îro her desthilatdarên siyasî bi xeyalên wiha vala soz dabûn, pirsgirêk weke heyî piştguh kirine. AKP jî heman tiştî dike. Mixabin ji ber van polîtîkayên ku ti encamê bi xwe re naîne berdêlên giran didin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, têkildarî hilweşîna li navçeya Sûr a Amedê jî ev tişt anî ziman:

 “Hikûmet li aliyekê li ser erdnîgariya Kurdistanê oparasyonan dike, bi qedexeyên derketina derve, xistiye dorpêçê, li aliyê din li bajarên Kurdan li pey rant û talankirinê ye. Li Sûrê mîrasê çandî yê mirovahiyê bi awayekî bêhiqûqî li pey hilweşîn û talankirinê ye. Niha li Sûrê çand û dîrokekî deh hezar salî tê tunekirin. Hikûmetê şerê ku li Sûrê dayî destpêkirin ne tenê mîrasê Kurdan kiriye hedef, di heman demê de mîrasekî cîhanê tine dike.

Polîtîkaya hilweşîn û tinekirinê di dîroka mirovahiyê de wê weke deqekî dîrokî bimîne. Sûr a ku xwedî mîras û çandekî hezaran sal tê dinekirin, hê jî NY’yê û UNESCO bêdeng e? Bi bêdengbûnê UNESCO tê wateya hevkariyê.