Kemalbay: 2018 bila bibe sala hêvî û wêrekiyê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay xwest ku 2018 bibe sala hêvî û wêrekiyê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay got, ‘’Di destê me hemûyan de ye ku em sala 2018’an bikin sala ku gavên serkeftî ji bo nirxên mezin ên mirovahiyê û mafên gerdûnî, wekhevî, demokrasî, aştî, dadmendî û azadiyê hatine avêtin.’’

Kemalbay di peyama xwe de got ji bo pêşîlêgirtina newekhevî, neheqî û nehiqûqî ku her roj em dijîn,rawestandina sazûaniya faşîstmê û rêveberiya yek zilamî, ji bo têkoşîna alîgiriya azadiya jinê, ked û ekolojiyê pêdivî bi gavên wêrek û biryardar heye.

Kemalbay got lê ev têr nake bi çi kesê ku li ser heqên gerdûnî û demokratîk, azadî, rêgezên hiqûqî û peymanên demokratîk ên navnetewî ku Tirkiyê îmze kirine divê mirov li rêyên tevgera hevkar bigere.

Kemalbay di peyama xwe de wiha got: ’’Li dijî wê hişmendiya ku bi mebesta bibe desthilatdariya teqez her cure nirxên însanî û sincî binpê dike, xwedîderketina li van nirxan û rêgezan, pêdivî pê heye ku yekîtiya herî berbirereh li ser van zemînan were avakirin.

Li gel vê desthilatdariya ku Tirkiye di polîtîkaya hundir û derve de kiriye parçyek ji şer, tundiyê û ji niha û pê de jî hewl bi heman polîtîkayên li Rojhilata Navîn, bi heman konsepta êrîşkar a ewlehiya millî jî 2018 dikare bibe sala aştî û azadiyê.

Bi van hîs û ramanan em hêvî dikin ku sala 2018’an ji bo hemû gelên me bibe sala hêvî û wêrekiyê.’