Hevseroka KESK’ê Gezen bi kelepçekirina ji pişt ve hate binçavkirin

Li Enqereyê Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen jî di nav de 3 kes ji pişt ve destê wan hatibûn kelepçekirin û binçavkirin, hatin berdan.

Polîsan êrîş birin ser çalakiya Federasyona Sendîkevanên Kedkarên Civakî (KESK) a xwestin li ser Rêya Mîthatpaşa ya Enqerê lidar bixin, kirin. Polîsan Hevseroka KESK’ê Aysûn Gezen jî di nav de 3 kes binçav kir. Gezan û kesên din dema binçavkirinê de polîsan ji pişt ve destê wan kelepçe kirin.

GEZEN: EM Ê LI QADAN BIN

Li ser vê KESK, Federasyona Sendîkevanên Karker ên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Odeya Endazyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Odeya Tibê ya Enqerê (ATO) hevpar civînek ya çapemeniyê lidar xistin. Civîn li avahiya li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê ya Enqerê (SES) hate kirin, li gel Gezen a hate berdan, Nûnerê DÎSK’ê yê herêma Enqerê Tayfûn Gorgun, Serokê ATP Vedat Bûlût, Seroka Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîne Koramaz û gelek kes amade bûn.

Gezen di civînê de mafê axaftinê girt û diyar kir ku bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û got: “Polîsan bi awayekî cidî êrîşî me kirin. Dixwazin her kes bêdeng bibin û ti kes dengê xwe li hember neheqiyê bilind neke. Lê em weke KESK û rêxistinê din ên kedê li dijî pêkanînên bêmaf, pêkanînên kêfî em ê li qadan bin. “

Seroka Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîne Koramaz jî binçavkirina Gezen bi zimanekî tund şermezar kir û got: “Îro welatê me ji aliyê rêveberiyekî sûcdar ve tê birêvebirin.”

Nûnerê Dîskê Tayfûn Gorgûn jî wiha got: “KESK ne tenê li Tirkiye li hemû cihanê rêxistineke cidê tê destgirtine. Destê dirêjî KESK’ê bibe wê rojekê bê şikandin.”