Kedkarên sînemayê jî dibêjin 'NA' ji rejîma şexsekî re
Kampanya 'NA' ji rejîma şexsekî re, bi desteka beşên cuda yên civakê berfireh dibe.
Kampanya 'NA' ji rejîma şexsekî re, bi desteka beşên cuda yên civakê berfireh dibe.
Kedkarên sînemayê yên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku di referandûma 16'ê Nîsanê de ew ê dengê 'NA' bidin.
Ahmet Kaplanci diyar kir, eger dengê 'erê' di referandûmê de bi ser bikeve wê dîktatorî li gelemperiya cîhanê serdest be û got, "Li Sûr, Şirnex û Nisêbînê di dema berxwedana xwerêveberiyê de bi sedan mirovên me mirin. Dewletê heta jê hat hemû hêza xwe bi kar anî, lê 104 rojan nekarî berxwedana li kolanan bişikîne. Ji ber ku sansur li ser çapemeniyê heye, ev rastî di medya Tirk de nehat nîşanda. Di nava desthilatdariya 14 salan de gelek tiştên li welêt bi rengekî neyînî guherîn. Ya herî li ber çavan; aborî ser û bin bû, bi rêjeyeke pêkenok mûçeyên karkeran hat zêdekirin, bac hat zêdekirin. Ev sedem bi xwe têrê dike ku mirov bêjin 'NA'."
'DIVÊ GEL NEBIN QURBANÊ DESTHILATDARIYÊ'
Kaplanci da zanîn, di nava vê pêvajoya referandûmê de ji bilî desthilatdariyê mafê propagandayê ji ti partiyan re nayê dayîn û got, "Ev yek serdemên Mûssolînî û Hîtler tîne bîra mirovan. Hêvîdar im dîrok xwe dubare nake! Ji bo pêşî li dîktatoriyeke nû ya dîroka cîhanê were girtin, yekane rê; biratiya gelan e. Ji bo gel nebin qurbanê desthilatdariyê, sazî neyên girtin û zext li çapemeniyê neyê kirin, ez bang li her kesî dikim ku dengê 'NA' bidin."
'JI BO KOMKUJIYÊN NÛ RÛ NEDIN'
Welat Yalçin jî saziyên çapemeniyê, siyasetmedarên hatin girtin û bajarên hatin talankirin bibîr xist û got, "Bi rêya çapemeniyê me dît bê li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex û Geverê hovîtiyeke çawa hatiye kirin." Yalçin diyar kir, eger di sala 2017'an de qaşo li welatekî bi 'sîstema parlamenteriyê' tê birêvebirin komkujiyên bi vî rengî tê kirin, eger derbasî sîstema rêveberiya şexsekî bibe, wê çi biqewimin, nayê texmînkirin. Yalçin destnîşan kir, ku ew ê ji ber vê sedemê di referandûmê de bêje 'NA'.
Yalçin bang li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, "Ji bo li ser bingeha hiqûqê hesab ji van komkujiyan bê pirsîn û careke din bûyerên bi vî rengî neqewimin, her kesên xwedî wijdan, lazim e bêje 'NA'."
Îbrahîm Yildirim anî ziman, ji bo têkoşîna demokrasiyê bi biryardarî were meşandin, ew ê di referandûmê de dengê 'NA' bide û got, "Ji ber ku em pê bawer in, ev civak û welat wê bi demokrasiyê bibe xwedî siberojeke baş, em pirrengiyê diparêzin. Ji ber vê yekê ne sîstemeke bi mejî yan jî nêrînên şexsekî ve girêdayî, em sîstemeke ku nêrîna tevahiya civakê digire, dixwazin. Lewma em dibêjin 'NA'."