Kedkarên çapemeniya azad nobeta azadiyê dewr girtin

Kedkarên çapemeniya azad nobeta azadiyê dewr girtin

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Çalakiya Nobeta Azadiyê ku li ber Konseya Ewrûpayê tê lidarxistin 246 roj li pey xwe hişt. Duh Kedkarên çapemeniya azad çalakî dewr girtin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê, bi daxwaza azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja 25'ê Hezîrana  2012'an li ber Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasbourgê çalakiya nobetê dan destpêkirin. Çalakî  246 roj in dewam dike û duh ji aliyê kedkarên Çapameniya Kurd ve hat dewr girtin.

Çalakgerên ku ji 7 kedakrên çapameniyê pêk tên duh di seatên sibê de çalakiya nobedê ji koma ku ji Bajarê Avûstûryayê Grazê hatibûn wergirtin.

Nobedarên çalakiya azadiyê her roj saet 07'ê îro dest bi çalakiya xwe dikin û heta 5ê evarê nobetê digirin.