Kedkarên Çapemeniya Azad, girtin protesto kirin

Kekdarên Çapemeniya Azad, girtina 3 hempîşeyên xwe protesto kirin.

Kedkarên çapemeniya azad, bi armanca şermezarkirina girtina Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglu û nûçegihanê DÎHA’yê ya bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (BHQ) de hat girtin Haci Yusuf Topaloglu li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan. Rojnamevanan pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, rojnamegerî ne sûc e” hildan û dirûşm berz kirin.

Xizmên rojnamevanên hatin girtin û nûnerên Sendîkaya Basin Îşê jî piştgirî dan xebatkarên çapemeniya azad.

‘DEST JI ZILMÊ BERDIN’

Jinbira rojnamevan Sadiye Eser, Cemale Eser di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku zextên li ser gelê kurd dewam dikin û got: “Rojnamevanên me yên van zextên li ser gelê kurd dinivisînin digirin û diavêjin zîndanan. Em vê zilmê qebûl nakin. Bi zilm û zextê hûn nagihîjin tu deverê. Rojnamegeran berdin. Wan tenê rojnamevaniyê kiriye.”

‘EM JI KEVNEŞOPIYA APÊ MÛSAYAN TÊN’

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya Erdogan Alayûmta jî da zanîn ku bi van girtinan dixwazin peyamê bidin kedkarên çapemeniya azad û wiha got: “Em ji kevneşopiya Apê Mûsa û hevrêyên wî tên. Tu demê em bêdeng nebûn. Em ê rojnamevaniyê bikin û rastiya bigihînin gel. Ji bo em rastiyê bixin çavê wan, ev jî berpirsiyariya me ya li hember gel e.”

‘EM NATIRSIN, EM Ê RASTIYÊ BINIVÎSININ’

Li ser navê rojnemvanan xebatkarê Rojnameya Ozgur Gelecekê Taylan Oztaş daxuyanî xwend û anî ziman ku duh ew dihatin bombebarankirin û kuştin, îro tên hilweşandin û girtin û dê tu demê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Oztaş da zanîn ku girtina rojnamevanan êrişek li dijî çapemeniya azad e û got: “Em natirsin û em ê jê aciz nebin. Hem em ê rojnamevaniya xwe bikin û hem jî em ê xwedî li hevpîşe û pîşeya xwe derkevin. Em dibêjin bila rojnamegerên girtî demildest werin berdan.”