Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin ku tevî sed sal di ser re derbas bûye jî dewleta Tirk qirkirina li Ermeniyan kiriye înkar dike û destnîşan kir, ku zîhniyeta înkarê bi qasî qirkirinê bi xwe xetere ye. KCK'ê got, "Di salvegera 100. de bersiva herî watedar a Ermeniyan li Qirkirina Ermeniyan, wê afirandina Tevgera Yekîtiya Ermenî ya Demokratîk be."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji ber salvegera 100. a Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Em di sala 100. a komkujiya Ermeniyan de ne. Polîtîkayên Panturkîst ên dewleta Osmanî û Îttîhat Terakkî, li vê erdnîgariyê gelek êş û komkujî anîne serê gelan û çandan. Li Tirkiye û Kurdistanê bi Ermenî û Rûman re, Kurd, Elewî, komunîst, Misilmanên ji dil, Asûrî-Suryanî hatine qetilkirin. Komkujiya Seyfo ya li hemberî Suryaniyan hat meşandin û weke Şûr tê zanîn, di asta qirkirinê de bû. Bi taybetî Ermenî û Kurdan di van komkujiyan de heman çarenûs parve kirine. Lê belê rastiyeke dîrokî ye ku karesata herî mezin bi serê Ermeniyan de hatiye."
'HATIYE XWESTIN KU GEL Û BAWERIYEK BÊ TINEKIRIN'
KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Ermenî di sala 1915'an de li komkujiyeke mezin rast hatine" û ev xal destnîşan kir: "Di van komkujiyan de bi qasî 1.5 mîlyon Ermeniyan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo bê kuştin, Ermenbûyîn têrê dikir. Yên ku ji komkujiyê bi saxî filitîn jî, ji bo xaka xwe bi zorê biterikînin hatin koçberkirin. Bi vî rengî hatiye xwestin ku gel û baweriyek were tinekirin.
Sicîla qirkirinê ya dewleta Osmanî û Tirk a li hemberî gelan û civatên baweriyan, gelekî mezin e. Li Dêrsimê li dijî Kurdan qirkirin kiriye. Gelek komkujî û pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk hene ku hînê nehatine ronîkirin û hesabê wan nehatine dîtin.
'ZÎHNIYETA ÎNKARÊ JÎ BI QASÎ QIRKIRINÊ XETERE YE'
Tevî ku di ser re sed sal derbas bûye jî dewleta Tirk hînê qirkirina li Ermeniyan kiriye înkar dike. Zîhniyeta înkarê bi qasî qirkirinê bi xwe xetere ye. Ji bo hurmeta li rastiya dîrokî divê dest ji vê zîhniyeta înkarê bê berdan. Pirsgirêk pirsgirêkek di navbera Ermeniyan û dewleta Tirk de ye. Naxwe ne pirsgirêkek Ermeniyan bi gelê Tirk re, ne jî pirsgirêkek gelê Tirk bi Ermeniyan re heye. Lê belê li holê rastiyeke dîrokî heye ku înkarkirina wê ne pêkane. Ev rastî jî qirkirina Ermeniyan ji aliyê dewleta Osmanî ve ye. Di nuqteya heyî de, çareseriya pirsgirêkê li gorî rastiya dîrokî bi şêweyê jiyaneke demokratîk, azad û wekhev a gelan, mecbûriyeteke.
Dewleta Tirk bi zîhniyeta xwe yê heyî ya netewe - dewletparêziyê re, ji bo xatirê hurmeta li rastiyê be jî wê Qirkirina Ermeniyan qebûl neke. Lê belê ji ber ku rewşeke bi vî rengî heye, ne Ermenî, ne dostên wan, ne şoreşer û ne jî sosyalîst wê ji vê têkoşîna xwe venegerin."
'BERSIVA HERÎ WATEDAR AFIRANDINA TEVGERA YEKÎTIYA ERMENIYAN A DEMOKRATÎK E'
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xal destnîşan kir:
"Tevgera Azadiyê ji roja destpêkê heta roja îro her tim li cem gelên bindest û hemû baweriyan cih girtiye, azadiya wan weke azadiya gelê Kurd dîtiye. Perspektîfa neteweya demokratîk a Rêber Apo, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û Ermeniyan û jiyana azad a hemû gel û baweriyan modela yekane ya çareseriyê ye. Hemû gel û baweriyên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn, xwediyên welatê hevpar in. Neteweya demokratîk a ji hemû gelan tê wateya jiyana azad û demokratîk a li ser welatê hevpar. Lewma azadiya Kurdan azadiya Ermeniyan, Asûrî-Suryaniyan, Tirkmen û hemû gelan e; azadiya van gelan jî tê wateya azadiya gelê Kurd. Çareserkirina pirsgirêka Ermenî ji vê perspektîfê wê ya herî rast û demokratîk be.
Ermenî, piştî qirkirinê nekarî baş li hev bicivin. Nekarîn xwe bigihînin perspektîfeke hevpar û demokratîk. Perspektîfa neteweya demokratîk li Kurdistan û Tirkiyeyê hemû hêzên şoreşger sosyalîst, li eniya demokrasî û azadiyê civand. Divê êdî Ermenî jî Tevgera Yekîtiya Demokratîk biafirînin. Li ser vê bingehê divê çareseriya pirsgirêkê di çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de were dîtin. Di salvegera 100. de bersiva herî watedar a Ermeniyan li Qirkirina Ermeniyan, wê afirandina Tevgera Yekîtiya Ermenî ya Demokratîk be."