KCK: Em Cejna Noelê pîroz dikin
KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir û got, “Em bang li her kesî dikin ku bila tevlî nav têkoşîna neteweya demokratîk bibin a ku cudahiyê naxe navbera ol û nasnameyên etnîk.”
KCK’ê Cejna Noelê pîroz kir û got, “Em bang li her kesî dikin ku bila tevlî nav têkoşîna neteweya demokratîk bibin a ku cudahiyê naxe navbera ol û nasnameyên etnîk.”
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê ji bo cejna Noelê ya civaka Xirîstiyan îro peyameke pîrozbahiyê weşand.
Peyama KCK’ê wisa ye:
“Yek ji diyariya ku Xirîstiyanan daye civakan jî cejna Noelê ye. Bi vê cejnê re saleke nû dest pê dike. Em hêvîdar in vê sala nû di serî de li Rojhilata Navîn aştiyê bîne ji cîhana me re.
‘SERDEST DIXWAZIN VÊ ÇANDA BEDEW XERA BIKIN’
Di her bawerî û çandê de tişta ku pêşîn tê bîra mirov, aştî, dostanî û jiyana bi hev re ye. Cejn bûne bibîranîna van rojên xweş.Tevkariya Xirîstiyaniyê ya ji aştiyê gelekî zêde ye. Cara pêşîn Xirîstaniyê bêyî ku cudahiyê têxe nav çîn û zayendan xîtabî civakan kiriye. Hemû baweriyan xwestine wijdaniyeke wisa pêk bînin. Rojhilata Navîn a ku navenda olên Îbrahîmî ye jî bûye navenda çand û baweriyeke wisa. Lê serdestan ev çand xera kirin. Herî dawîn di meseleya Qudsê de me dît ku serdestên nîjadperest derketine pêş û polîtîkayên nijadperestan Rojhilata Navîn tê de li gelek cihan dibe sedema êş û trajediyan.
Nijadperestan herî zêde li Anadolû û Kurdistanê gelên Xirîstiyan qetil kirine. Di şerê cîhanê yê yekemîn de Asûr, Ermen û Rûm ji aliyê nîjadperestan hatine qetilkirin. Hîtler jî ji van polîtîkayan sûd wergirtiye û di şerê cîhanê yê duyemîn de gelê Yahûdî qetil kiriye. Niha jî Erdogan û Bahçelî dixwaze gelên Xirîstiyan û Kurdên Misilman qetil bike. Bi vê Noelê re mebesta me ev e ku, li dijî nîjadperestan helwesta xwe zelal bikin. Divê em ji bîr nekin ku nijadperestî li hemberî kêfxweşiya cejnan û yekîtî û biratiyê dijminatiyê dike.
‘BILA BIBE SEDEM KU WIJDAN HIŞYAR BIBIN’
Van salên dawî nijadperest jî dîn îstîsmar dikin, Rojhilata Navîn kişandine nav şerekî ku mirov nikare ji nav derkeve. Rêxistinên wekî DAÎŞ’ê û lîderên weke Erdogan ku paşmêriya wan dike xwedî heman hişmendiyê ne. Ev dînên Ibrahîmî ji bo ku bigihijin armancên xwe û palpişt ên ku ji xwe re kirine dijmin dikine hinceta kuştinê. Ev hesabên gemarî ji hêla dînan ve jî guneh hatine hesibandin. Kes û komên ku xwedî vê helwesta gemarî ne ku ev rastiyan înkar dikin, li Rojhilata Navîn ku bûye kana Xirîstaniyê, li dijî her cure nasname û baweriyan zilmê dikin. Serdema niha ku neheqiyên mezin dibin, gunehên mezin têne kirin, nijadperestên niha yên serdest hewl didin ku wijdanê mirovahiyê bibirin. Em hêvî dikin ku ev Noel û mîlada nû ya ku wê dest pê bike, li dijî vê zilmê û hovîtiya li dijî mirovahiyê bibe sedema şiyarbûn û raperîna wijdana mirovahiya mezin.
Li bara geşedanên ku li herêma me dibin bihistyariya ku alema Xirîstaniyê heta niha nîşan dayî têra xwe bi nirx e. Talokeya mezin a li herêma me ku kana xwe ji nîjadperestî û îstîsmara dîn distîne hê hebûna xwe didomîne. Li bara vê talokeyê em bang li her kesî dikin ku bêyî ku ferqa dîn û nasnameya etnîk bikin em bang dikin ku têkoşîna neteweya demokratîk bikin.
‘EM Ê HEMÛ BAWERÎ Û ÇANDAN BIPARÊZIN’
Tevgera me ya Azadiyê jî ji dînan ku xwedî helwesteke wijdanî û exlaqî nesîbê xwe standiye, li dijî hemû hemû gelên çewisandî û komên sosyal hewl dide ku pêdiviyên demokrasiyê pêk bîne. Em tevger bêyî ku ti cihêtiyê têxin navbera bawerî û nasnameya etnîkan li hemû qadên ku em ê xwe bigihînin, hewldana me ya li hemû qadan ya ji bo parastina hemû bawerî û komên çandê, îradekirina wan, bi wê daxwazê ye ku gewhera hemû dînan bide jiyîn. Em ê vê hewldana xwe ya watedar geş bikin û bidomînin.
Bi wesîleya Noelê li Rojhilata Navîn a bi navenda Kurdistanê bang li hemû mirovahiyê dikin li têkoşîna wekhevî, azadî, aştî û biratiyê bi rengekî xurt xwedî derkevin û destekê bidin. Bi van hîs û ramanan em cejna Noelê ya Asûr, Sûryan, Keldan, Ermenên li Kurdistanê, ya hemû alema Xirîstiyanan pîroz dikin.’’