KCK: Denîz, Yûsûf û Huseyîn çirûska şoreşê bûn

KCK: Denîz, Yûsûf û Huseyîn çirûska şoreşê bûn

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya 41. salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsuf Aslan û Huseyîn Înan daxuyaniyek da û destnîşan kir, ku wan rola çirûska şoreşê lîstine.

Di daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat gotin, "Ji bo şoreşa Kurdistan û Tirkiyê meha Gulanê bi temamî bûye meha berxwedan û şehîdan. Di 2'ê Gulanê de Mehmet Karasûngûr, di 6'ê Gulanê de Denîz û hevalê wî, di 17'ê Gulanê de Çar lehengên Kurd, di 18'ê Gulanê de Îbrahîm û Heqî, di 19'ê Gulanê de Xelîl û gelek lehengên din di meha Gulanê de şehîd ketine. Îro 6'ê Gulanê ye, di kesayetiya Denîz, Înan û Yûsûfan de hemû şehîdên şoreşê di şoreşa Kurdistanê de bûne rastiya jiyanê."

Serokatiya Konseya Rêveber da xuyakirin, ku pêşengên tevgera şoreşgerî ya 71'an Denîz, Mahîr û Kaypakkaya, bi têkoşîn û kesayetiya xwe re ji bo wan bûne çavkaniya berxwedanê.

KCK'ê diyar kir, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîranîna van lehengên mezin ên gel, di şoreşa Kurdistanê de jîndar kir û ev yek weke berpirsyarî û pîvaneke şoreşgerî danî ber xwe.

Di dewama daxuyaniyê de weha hat got; "Denîz Gezmîş li sêdarê got "Ez ji bo biratî û azadiya gelên Kurd û Tirk diqîrim" û Mahîr Çayan jî tespîta "Pirsgirêka bingehîn a şoreşa Tirkiyê pirsgirêka Kurd e, heta ev pirsgirêk çareser nebe, şoreşa Tirkiyê nikare bi pêş bikeve." Ev tespîtên Denîz û Mahîran gelekî girîng û watedar in. Lewma, weke tevgera PKK'ê emê bi rûmetdarî bersivê bidin bîranîna Denîz û Mahîran."

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe weke dewama Denîz, Mahîr û Kaypakkayayan bi nav dike û got, "Rêber Apo, di Newroza 2013'an de bi deklarasyonekê pêvajoya çareseriya demokratîk û demokratîkbûyîna Tirkiyê da destpêkirin. Ev pêngava Rêber Apo, nîşaneya dilsoziya rastîn a bi van şoreşgeran e. Di dîroka şoreşa Tirkiyê de, divê herî zêde xwedî li pêvajoya berxwedana şoreşger a salên 70'yî were derketin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku aştî, biratî, demokrasî û azadiya 90 sal in gelên vê axê hesreta wê dikşîne, bi vî rengî dikare were bicihanîn.

Di dawiya daxuyaniya Serokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de hat gotin; "Li ser vê bingehê di kesayetiya sê şoreşgerên leheng Denîz, Yûsûf û Huseyîn de, em hemû şehîdên şoreşgerê bi rêzdarî bibîr tînin û soz didin gelê xwe ku emê yekitiya wekhev û azad pêk bînin."