KCDK-E'yê jinên berxwedêr silav kir

KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê jinên berxwedêr silav kir û destnîşan kir, ku zîhniyeta dewleta Tirk û DAÎŞ'ê gefê li jinan dixwe.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand û ragihand, "silav li jinan hemûyan be ku bi qîrîna xwişkêm Mîrabal têkoşîna li dijî tundiyê mezin kirin û li ber xwe didin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di nava sîstema netewe dewletê de ya bi serweriya mêr destavêtin, tundî û komkujiya li jinê didomin û şoreşa jinê ya li Rojava hate silavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, jinan li her devera dinyayê berxwedan mezin kirine û girîngiya têkoşîna hevpar hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêza ku li dijî sîstema ekolojîk, demokratîk, wekhevîparêz û azadiyê ya şoreşa Rojava zîhniyeta DAÎŞ'ê derxist hember, modernîteya kapîtalîst a dewletperestiya netewe ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî gefên barbariya kapîtalîst berxwedana jinan bi taybetî ya jinên Kurdistanî didome.