KCDK-E'yê ji bo çalakiyên 18-19'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir

KCDK-E'yê bi wesîleya salvegera şoreşa Rojava , ji bo çalakiyên 18 û 19'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser çalakiyên ku wê 18 û 19'ê Tîrmehê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ji aliyê platformên Women Defend, Înternatînalîst Commûne, Make Rojava Green Agaîn û RîseÛp4Rojava bên lidarxistin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Beriya 8 salan di 19'ê Tîrmehê de bi pêşengiya jinan, şoreşa jiyana hevpar, wekhev, azadîparêz a gel û baweriyan li Rojava pêk hat. Şoreşa ku li Kobanê, li Rojava dest pê kir, bû mînak û hêvî ji tevahiya mirovahiyê re."

Şoreşa civakî ya Rojava, têkoşîna hevpar a bawerî û gelan û azadîparêziya jinê û ekolojîk ku xwe dispêre felsefe û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêber Apo, bi afirandina jiyana hevpar bû sîstemeke ku çareseriyê diafirîne û ji bo çareseriyeke mayinde bû hêvî ji tevahiya gelên herêmê re.

Di daxuyaniyê de işaret bi berxwedana destanî ya li Kobanê û Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate kirin û hate gotin, "Bi vê berxwedanê re Rojava li Rojhilata Navîn û li nava tevahiya mirovahiyê deng veda, piştgirî wergirt. Ne tenê Kurd, Ereb, Asûr û Tirkan, her wiha gelek enternasyonalîstên ji Ewropa, Emerîka, Kanada, Rojhilata Dûr û gelek parzemînan tevlî berxwedana mirovahiyê bûn û şoreşa Rojava pêk anîn."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku dewleta Tirk a kujer ku xwedî îdeolojiya tekperest û paşerû ye, ji bo fetisandina şoreşa jinê ya wekhev, azadîparêziyê bi her rê û rêbazên qirêj êriş dike û hate gotin,  Dewleta Tirk a dagirker hem dixwaze şoreşê bifetisîne, hem jî çeteyên mîna DAÎŞ'ê bixe nava liv û tevgerê. Bi rêya van çeteyan dixwaze xewn û xeyalên Neo-Osmanî pêk bîne. Ev êriş hem ji bo gelên herêmê hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê metirsiyeke mezin e. Parastina Rojava ku nirxê hevpar ê mirovahiyê ye û xwedîderketina li wê xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye."

KCDK-E'yê di vê çarçoveyê de bang li her kesî kir ku 18 û 19'ê Tîrmehê tevlî çalakiyên xwedîderketina li Rojava bibin ku ji aliyê dostên enternasyonalîst ve tên lidarxistin.