KCDK-E: Şengal a gelê Şengalê ye

KCDK-E êrîşa PDK'ê ya li dijî civaka Êzidî şermezar kir û jê xwest, komên xwe yên çekdar ji Şengalê vekişîne.

Komîteya Baweriyan a KCDK-E, li ser êrîşa hêzên PDK-AKP'ê ya li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Komîteyê diyar kir, êrîş encama hevdîtina Erdogan-Barzanî ye û şermezar kir. Komîteyê got, "Em eşkere dikin, ku em bi têkoşîna bi rûmet û mafdar a civaka Êzidî ya li Şengalê re ne."

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Kurdên li Rojava, ji roja derketin ser dika dîrokê û vir ve, li nava raya giştî ya herêmê û navneteweyî bûn sembola rûmeta mirovahiyê. Bi taybetî jinên Kurd ên ji bo azadiy têdikoşin, mohra xwe li dîroka mirovahiyê dane. Li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê têkoşîneke mezin meşandine û berdêlên giran dane. Zalimtiya herî giran a vê barbariyê, li dijî civaka Êzidî ya Şengalê hatiye kirin.

Ev trajediya bi ser gelê Şengalê ve hat, hê di hişê mirovan de teze ye. Ev êrîşa DAIŞ'ê di encama xefleta PDK'ê de pêk hat. Bi destwerdana hêzên xweparastina gelan re pêşî li van çeteyên hov û barbar hat girtin. Ev rastî li pêşiya çavên tevahiya mirovahiyê rû da. PDK'ê berjewendiyên neteweyî yên demokratîk ji nedîtî ve hat û li şûna berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd, da dû berjewendiyên neteweperestî yên xwe. Li dewsa ku vîna demokratîk xweser a gelê Şengalê nas bike, bi israr ev yek înkar kir. Ji aliyê tevahiya gelê Kurd û dostên Kurdan baş tê zanîn, bê êrîşa dawî ya li Şengalê li ser bingeha kîjan tifaq û têkiliyan pêk aniye. Di pêvajoyekê de ku AKP û hikûmeta Erdogan li Rojhilata Navîn û qada navneteweyî têk diçe û tecrîd bûye, PDK û Barzanî bûne rizgarkerê AKP'ê û xwe lê girtine.

Di nava raya giştî û çapemeniyê de bi rengekî vekirî hatiye gotin, ku piştî hevdîtinên dawî yên bi hikûmeta AKP'ê û Tirk re, di encama lihevkirinekê de êrîş li Şengalê hatiye kirin. 

'DI BERDÊLA ÇI DE HAT KIRIN?'

Baş e, em dixwazin bipirsin, ev tifaq di berdêla çi de hat kirin... Planeke bi vî rengî li dijî kê xistin dewrê yan jî weke taktîkî ala PDK'ê di berdêla çi de hat daliqandin... Gelo ev hemû ji bo naskirina destketiyên gelê Kurd hatin kirin yan jî ji bo tasfiyekirina wan? Divê PDK û Barzanî encamên van hevdîtinan derhal ji raya giştî ya Kurd re eşkere bikin. Gelê Kurd ji Barzanî û PDK'ê benda daxuyaniyekê ye. Di serî de weke civaka baweriyan a Kurd, em bi lezgînî daxuyaniyekê dixwazin. Em dibêjin; ev helwest xizmetê ji berjewendiyên demokratîk re nake; divê derhal ev helwest bê terikandin. Beriya her tiştî divê hemû hevdîtin û peymanên veşartî yên bi Erdogan û hikûmeta wî re hatine kirin, bên terikandin. Em en li dijî têkilî û diyalogek vekirî û ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurd e. Em li dijî tifaqên xizmetê ji berjewendiyên gelê me re nakin e.

'PDK BI ZALIMAN RE BÛ YE'

Di herikîna dîrokê de gelek caran ferman li civaka Êzidî a li Şengalê rabû û zilm lê hat kirin. Lê belê ya ku me civakên baweriyan ên enteweya demokratîk gelekî êşandiye û birîndar kriiye ew e, ku ev zilm ji aliyê PDK û Barzanî ve hatiye kirin. Li şûna ku PDK piştî komkujiyê, destekê bide civaka Êzidî ku xwe biparêze û bibge xwedî hêz, berevajî vê yekê tevgeriya û nîşan da ku ti cudahiya xwe bi zaliman nîne. Ev ye kne şerekî birakujiyê ye, ev êrîşek li dijî civakek baweriyê, maf, ax, pîrozmendî û qada wê ya jiyanê ye. Êrîşa PDK'ê û Barzanî ya li Şengalê, di nava gelan de weke hewldanên wan ên dawî tê dîtin. Êdî eşkere bûye, ku xizmetê ji berjewendiyên neteweya demokratîk a gelê Kurd nake, li gorî berjewendî û planên hin dewletan siyasetê dike û gotina 'Kurdistana Serbixwe' jî ji bo xapandin û neteweperestiyê bi kar tîne."

KCDK-E bang li PDK'ê kir ku derhal hêzên xwe ji Şengalê vekişîne û got, "Şengal a gelê Şengalê ye. Gelê Şengalê wê biryarê li ser xwe bide. Ya rast jî ev e."