KCDK-E Mehmet Aksoy bi bîr anî

KCDK-E, endamê Ragihandina YPG'ê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) ê li Reqayê roja 26'ê Îlonê şehîd bû bi bîr anî û got, "Heta ku em meşa wî ya azadiyê bi ser bixînin, em ê bêteredût bimeşin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E, ji ber şehadeta endamê Ragihandina YPG'ê Mehmet Aksoy peyameke sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna Aksoy a li Ewropayê û hat gotin, "Hevrê Fîraz, dema li Ewropayê bû bi dilê xwe têkoşîn hembêz dikir û timî di navenda têkoşînê de cih digirt. Baweriya wî ya bi felsefeya Rêber Apo, kir ku bi werekî berê xwe bide navenda têkoşînê û xwe gihand axa azad a Kurdistanê. Bû rewşenbîr û kesayetekî bi mînak, ku hemû berjewendiyên xwe yên şexsî danî aliyekî û azadiya gelê xwe û mirovahiyê esas girt. Bi vî rengî bû pêşengê azadî û rastiyê."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ragihand, ku Aksoy peyameke mezin daye wan Kurdistanî û şoreşgerên li derveyî welat têdikoşin û wiha dewam kir: "Ev mesajî jî ev e; rastiyan bibînin, ji xewn û xeyalên pûç ên sîstemê xwe rizgar bikin, rastiyê nas bikin û azad bibin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrê Fîrat, ku li dijî dagirkeriya çar aliyên Kurdistanê û  li hemberî mêtingerî û paşverûtiya DAIŞ'ê têkoşiya, ji ber şehadeta wî em sersaxiyê ji gelê xwe û malbata wî re dixwazin. Em soz didin şehîdê xwe yê azadî û demokrasiyê; Em ê meşa te ya azadiyê, heta ku bi ser bixînin, bê teredût bidomînin."