KCDK-E: Kurd, Elewî û demokrat wê çokê neşkînin

KCDK-E têkildarî salvegera 23. a komkujiya Sêwasê daxuyaniyek da û tê de hate gotin, "Ne Kurd, ne Elewî û ne jî demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyî li pêşberî we ti caran çok dananîne û wê daneynin."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ji Madikmakê heta Cizîrê hişmendiya ku mirovan dişewitîne heman hişmendî ye.

KCDK-E diyar kir, pergala serwer a Tirk dîroka asîmîlasyon û komkujiyan e wiha bi nav de çû, "Dewleta Tirk a ku xwedî hişmendiya tekparêz e ji bo ku li cografyaya Anatoliyê û Mezopotamyayê ku xwedî pir nasname û çand e, hişmendiya Îslamiya Tirk serwer bike hemû rêbazên qirêj li ser gelê me disepîne. Ev hişmendiya ku 2'ê Tîrmehê li Madimakê 33 însanê me bi zindî şewitandî, bi dilqê DAIŞ’ê  li Şengalê û Rojava bi rêbazên qirêj yên serjêkirinan û şewitandinan û 2016’ê di berxwedana xwerêveberiyan ên Kurdistanê de li Sûrê û Cizîrê bi awayekî zindî bi şewitandina mirovan hewl didin ku gelê me qir bikin û çok li wan bişkînin.

Em şehîdên xwe yên Madimakê bi bîr tînin û wekî peywira dilsoziya bi van bîranînan em sond dixwin ku em ê wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Em xwedî li hemû şehîdên berxwedanê yên li Madikmakê, Cizîrê û Sûrê derbikevin. Em, ew ên ku têkoşîna Seyit Riza, Mezlûm, Mahîr, Mehmet Tûnç, Pîr Sultan didomînin, em ê helwesta Huseyin a li Kerbelayê û ya Seyit Riza bin li Dersîmê bişopînin û layiqî şehîdên Madimakê û Cizîrê bin.

Weke KCDK-E em careke din dibêjin; Ne Kurd, ne Elewî û ne jî demokrat û şoreşgerên Tirkiyeyî li pêşberî we ti caran çok dananîne û wê daneynin."