KCDK-E ji bo meş û mîtînga li Brukselê banga tevlîbûnê kir
KCDK-E: Roj, ji bo bidestxistina demokrasiyê roja yekîtiyê ye. Roj, rabûna li ser faşîzma AKP-Erdogan e, roja berxwedana mezin a gelan e.
KCDK-E: Roj, ji bo bidestxistina demokrasiyê roja yekîtiyê ye. Roj, rabûna li ser faşîzma AKP-Erdogan e, roja berxwedana mezin a gelan e.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Weke Kurd, Tirk, Asûrî, Ermenî, Laz, Çerkez, Elewî, Êzidî, Misilman, Xiristiyan, saziyên însanî û şoreşger, KCDK-E, TJK-E Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyên HDK-Ewropa, Di 17'ê Mijdara 2016'an de em ê li Gare Nord a Brukselê bin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Hezîranê bi pêkanînên faşîst ên AKP-Erdogan re polîtîkaya fîzîkî û siyasî ya li dijî gelê Kurd, Elewî, Ermenî, Suryanî, rewşenbîr, rojnamevan, akademîsyen û hemû hêzên mûxalîf ên demokrat, bi rengê herî dijwar dewam dike.
Di daxuyaniyê de girtina parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne û saziyên çapemeniyê yên azad û mûxalîf hat bibîrxistin û hat gotin, ev êrîşa li dijî nûnerên gelan, hewldana ji bo teslîmgirtina muxalefeta şoreşger-demokratîk a li Tirkieyyê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e.
KCDK-E işaret bi rabûna li ber van pêkanînên faşîst ên AKP-Erdogan kir û da zanîn, ku mîna li Tirkiyeyê, afirandina eniyeke xurt a têkoşînê li Ewropayê, pêwîstî û mecbûriyeteke
KCDK-E da xuyakirin ku weke koçberên Tirkiyeyî û Kurdistanî, ew nikarin li pêşberî vê rewşê bêdeng bimînin û got, "Divê em li dijî êrîşên hêza faşîst a AKP-Erdogan têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin û berxwedanê mezintir bikin, ku yekane zimanê faşîzm jê fêhm dike, ev e."
KCDK-E bang li hemû alîgirên demokrasî, azadî, mafên mirovan û azadiya çapemeniyê kir, ku roja 17'ê Mijdarê saet di 10.00 de beşdarî meş û mîtînga navendî ya li Gare Nord a li Brukselê bibin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Roj, ji bo bidestxistina demokrasiyê, roja yekîtiyê ye. Roj rabûna li ber faşîzma AKP-Erdogan e, roja berxwedana mezin a gelan e. Di wê rojê de divê Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Gurcu, Çerkez, Laz, Elewî, Misilmanên rastî û Êzidî li dijî faşîzmê li Brukselê bin, ciwan neçin dibistanê, dikandar dikanên xwe venekin, biherikin qadên berxwedanê. Wê rojê, divê hemû gel, bawermend, alîgirên demokrasî û azadiyê li Brukselê li dijî faşîzmê di çeperên berxwedanê de cih bigirin.
Di serî de Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî, divê hemû welatên destekê didin sîstema faşîst a li Tirkiyeyê, derhal vê desteka xwe biqedînin. Em bang li gelên Ewropayê dikin ku piştgiriyê bidin û zextê li hikûmetên xwe bikin ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re bibirin û helwestê nîşan bidin.
Weke Kurd, Tirk, Asûrî, Ermenî, Laz, Çerkez, Elewî, Êzidî, Misilman, Xiristiyan, saziyên însanî û şoreşger, KCDK-E, TJK-E Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û pêkhateyên HDK-Ewropa, Di 17'ê Mijdara 2016'an de em ê li Gare Nord a Brukselê bin."