Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewleta Tirk a dagirker bi rengekî bê sînor jenosîdê dike. Bi namerdî û qelêşî bombeyan li ser sivîlan dibarîne. Em rabin ser piyan! Em dakevin qadan!
Konvoya sivîlan a ji herêmên Cizîr û Firatê ber bi Efrînê ve bi rê ket, danê êvarê li pêş bajarê Efrînê bû hedefa bomberdûmana hevkariya Rûs û dewleta Tirk a mêtinger û jenosît hate kirin.
Dewleta Tirk ku bi piştgiriya Rûsyayê dest bi komkujiya sivîlan kiriye, bi tank, top û balafiran bombe li gelê sivîl barand ku ji Cizîrê bi konvoyekê bi rê ketibû. Ev komkujiya ji aliyê artêşa Tirk a bi desteka Rûsyayê û komên cîhadîst ve hate kirin. Mirovên xwedî rûmet, bi wijdan, welatparêz, şoreşger û demokrat divê li dijî vê komkujiyê NIHA dakevin qadan û berxwedanê geş bikin.
Li pêşberî vê komkujiya ku li pêş çavên cîhanê bi rengekî barbarî û namerdî li dijî gelê Kurdistanê hate kirin, bêdeng nemîne! Rabe ser piyan! Biherike nava kolanan!
Divê em zanibin ku sibe wê gelekî dereng be, lewma di vê kêliyê de lazim e em her derê bikin Efrîn. Rûmetdarî geşkirina berxwedanê ye. Daneketina qadan tê wateya erêkirina van êrîşên namerdî."
Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E bang li gelê welatparêz, şoreşger û raya giştî ya demokratîk a li Ewropayê kir ku yekser dakevin qadan.