KCDK-E ji bo çalakiyên 24'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir
Desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan li Ewropayê tê şermezarkirin. KCDK-E ji bo çalakiyên roja 24'ê Îlonê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Desteserkirina şaredariyên li Bakurê Kurdistanê bi çalakiyan li Ewropayê tê şermezarkirin. KCDK-E ji bo çalakiyên roja 24'ê Îlonê werin lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Ji bo geşkirina têkoşînê, ji bo xwedîderketina li vîn û rêberê xwe, em di 24'ê Îlonê de li qadan bin."
KCDK-E ragihand, êrîşên çeteyên AKP/Qesrê û hewldanên desteserkirina şaredariyan didomin û daxuyaniya xwe wiha dewam kir: "Hêzên ewlekariya dewletê bi rêya qeyûm, bi rengekî faşîst dest danîne ser şaredariyên gel ên hatin hilbijartin. Ev rêbaza faşîst a bêperwa, ku li dijî gelê Kurd bi awayekî vekirî tê kirin, her giran dibe. Eger bi têkşînê li dijî vê dernekevin, ev êrîşa faşîst wê girantir bibe. Ev pêla êrîşan ku dewlet ji bo xwe weke 'şerê man û nemanê' pênase dike, xuya ye di dema pêş de bigihêje asta girtina parlamenteran. ji ber ku çeteyên AKP/Qesrê û hemû saziyên dewletê ji bilî girankirina şer û êrîşan qala tiştekî din nakin.
Li dijî gelê me, şaredariyên me, vîna me û axa me, bi rengekî vekirî êrîşeke faşîst tê kirin û polîtîkaya tinekirinê tê meşandin. Li dijî vê êrîşê û polîtîkaya tinekirinê, em ê biherikin qadên têkoşînê. Em Kurdistanî, dostên wan, demokrat û rewşenbîrên li çar aliyên cîhanê, ji çeteyên AKP/Qesrê re dibêjin êdî bes e. Li Ewropayê jî, çeteyên AKP/Qesrê dest bi propaganda qirêj kirine. Ji bo em van pêkanînên antî demokratîk û zextên faşîst ên dewleta TC ji gelan û mirovahiyê re vebêjin, divê em seferber bibin.
Weke KCDK-E em ê li her cihê lê ne de dakevin qadan û têkoşîna xwe li meydanan bidomînin. Em ê mafên xwe yên demokratîk heta dawiyê bi kar bînin û bi rengekî çalak cihê xwe di nava çalakiyan de bigirin. Di serî de ciwanên Kurdistanî em bang li her kesî dikin ku bi awayekî aktîf tevlî çalakî û meşên girseyî yên 24'ê Îlona 2016'an ên li Ewropa û tevahiya cîhanê bibin. Em, şerê qirêj ên çeteyên AKP/Qesrê teşhîr bikin, em nehêlin ku şaredariyên me talan bikin. Em, daxwaza wan a mêtîngerî û dagirkeriyê di ber wan de bihêlin.
Di 24'ê Îlona 2016'an de roja Şemiyê em ê li gelemperiya Ewropayê û li cîhanê li qadan bin."