KCDK-E hişyarî da: AKP hewl dide li Ewropayê provokasyonan bike

KCDK-E'yê hişyarî da û got, "Dewleta Tirk dixwaze li Ewropayê çalakiyên qirêj û provokatîf bike û bi vî rengî sempatiya li nava raya giştî ya ji bo tevgera azadiyê ya Kurd têk bibe."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Dewleta Tirk ji destpêkê ve piştgirî daye çeteyên El Qaîde, OSO, El Nûsra û DAÎŞ'ê. Bi destê van çeteyan xwestiye di guhertina gengaz a desthilatdariyê Iraq û Sûriyeyê de bibe şirîk. Lê belê Tevgera Azadiyê ay Kurd li dijî van çeteyan şerekî bê eman kir û di vî şerî de ku bi deh hezaran şervanên xwe şehîd da, DAÎŞ û dewleta Tirk a li pişt wê têk bir."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, şerê gel û şervanên Kurd ên li dijî faşîstên El Qaîde, OSO, El Nûsra û DAÎŞ'ê, bala raya giştî ya Ewropa û dinyayê kişandiye û hate gotin, "Di vî şerî de ku bi navê mirovahiyê hate kirin, piştgirî ji gelê Kurd re hate dayin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di şerê dijî faşîstên olperest ên bi navê DAÎŞ'ê de piştgirî ji parlamentan, ji partiyên siyasî û gelên Ewropayê girt."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Ev eleqe û desteka ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd ku roj bi roj mezin dibe, dewleta Tirk a ku hevpar û piştevanê DAÎŞ'ê ye, aciz dike. Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê ji bo pêşî li piştgiriya raya giştî ya navneteweyî ya ji bo gelê Kurd bigire, dikeve nava hewldanên ne hiqûqî û dûrî exlaqê. Dewleta Tirk ku li dinyayê û Ewropayê hatiye dorpêçkirin, dixwaze li Ewropayê çalakiyên qirêj û provokatîf bike û bi vî rengî sempatiya li nava raya giştî ya ji bo tevgera azadiyê ya Kurd têk bibe.

BANG Û HIŞYARÎ

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên pê bawer wergirtin, dewleta Tirk ku sefaretxaneyên bilind û konsolosxaneyên li Ewropayê jî di nav de ketiye nava provokasyonên mezin. Em bang li raya giştî ya Ewropayê û saziyan hemûyan dikin ku li hemberî provokasyonên dewleta Tirk û çalakiyên sansanyonel baldar û bi tedbîr bin."