KCDK-E êrîşa li Stenbolê şermezar kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Stenbolê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, DAIŞ çeteya hevkarê AKP/Erdogan e û hat gotin, rûyê bi xwîn ê vê rêxistinê di êrîşa li Stenbolê de careke din derketiye holê.

KCDK-E diyar kir, ev çeteya ji aliyê AKP/Erdogan ve tê destekkirin dijminê hemû gelan e û got, "Em bang li her kesî dikin, ku li hemberî vê çeteya barbar a ji aliyê çeteya AKP/Qesrê ve tê destekkirin, li Tirkiyeyê hat mezinkirin û li Rojhilata Navîn û cîhanê wehşetê dike û li hemberî hikûmeta AKP'ê ya ev çete mezin kiriye, helwestê nîşan bidin."