KCDK-E: Em tevlî meşa li Parîsê bibin

KCDK-E bang kir û got, "Di salvegera 5. a şehadeta 3 jinên Kurd ên şoreşger de em tevlî meşa li Parîsê bibin."

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), li ser salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di ser şehadeta sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) re 5 sal derbas bûn û hat gotin, "Her sê jinên şoreşger bi zanebûn û bi rengekî profesyonel ji dewleta Tirk ve hatin kuştin. Ev komkujî nîşaneya şênber a nefreta dewleta Tirk a li Kurdan e. Yê ku fermana vê komkujiyê daye û komkujî daye kirin Erdogan bi xwe ye. Bi komkujiyên wiha xwestine ku kadroyên damezrîner ên PKK'ê tasfiye bikin.

Êrîşa li dijî sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla nîşan dide ku TC li pêşberî tevgera azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinê bêçare maye. Ev komkujî bû sedem ku têkoşîna azadiya jinê hê xurt bibe û li qada navneteweyî deng vede. Sê jinên Kurd ên şoreşger di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de veguherîn nirxê moralê û bûn sembol."

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser nêzîkatiya Fransayê ya li komkujiyê û hat ragihandin ku hikumeat Fransayê ti gaveke ber bi çav neavêtiye, berevajî ji bo nixumandina bûyerê hewl daye.

KCDK-E xwest, berpirsyar werin darizandin, edalet bi cih were anîn û got, "Em ê nehêlin ku ev cînayet bê nixumandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta hesreta azadiyê ya Sakîne, Leyla û Fîdan bi cih were anîn û berpirsyarên komkujiyê bên darizandin, ew ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.

'6'Ê ÇILEYÊ EM Ê LI PARÎSÊ BIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku wê 6'ê Çileya 2018'an bi dirûşma "Li dijî neheqiyê, ji bo edaletê ez ê li wir bim" biherkin kolanên Parîsê.

Û bang li hemû Kurdistanî, şoreşger, demokrat, mirovên bi rûmet ên alîgirên azadiya jinê hate kirin ku bi ruhê seferberiyê tevlî meşa li Parîsê bibin.