KCDK-E: Berxwedan yekane rê ye

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê piştî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vekişîna hêzên Emerîkî ji sînor bang kir ku bi ruhê Kobanê xwedî li Rojava derkevin.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E'yê de hate ragihandin, tifaqa faşîst a AKP-MHP, Ergenekon û Perîçek a bi serkêşiya Erdogan dixwaze bi şer û qirkirinê Kurdistanê dagir bike.

KCDK-E'yê ragihand, armanca vê tifaqê ji şer tinekirina destketiyên gelê Kurd û gelên herêmê ye û destnîşan kir, çeteyên DAÎŞ'ê û El Nûsra jî di nava vê tifaqê de hene.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev bloka li dijî Kurdan a ku dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî topyekûn bifetisîne, amadekariya şerekî topyekûn dike. Mîna li Efrînê, mîna li Kobanê dixwazin şer bikin û dagirkeriyê bikin. Jİ ber vê yekê divê gelê me li dijî van gefên Erdogan ê dîktator bi ruhê seferberiyê bersivê bide û armanca wan a qirkirinê di ber wan de bihêle."

KCDK-E'yê destnîşan kir ku divê Asûrî-Suryanî, Kurd, Ermen, Keldanî, Êzidî, Elewî, Ereb hemû gel zanibin ku gefeke mezin a êrîşê li wan tê xwarin û ji ber vê yekê li her devera dinyayê ku lê ne xak û rûmeta xwe biparêzin, bi vê têgihiştinê seferber bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê Kobanê rabin ser piyan û li her devera dinyayê li ber xwe bidin, bi seferberiyê tevbigerin. Berxwedan yekane rê ye, li dijî gefên qirkirinê û dagirkeriyê yên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê yekane rê têkoşîne."