KCDK-E bang li Kurdan kir ku bibin endamên komeleyan

KCDK-E bang li Kurdan û dostên xwe kir, ku li herêmên lê ne bibin endamên Navendên Civaka Demokratîk.

Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hat ragihandin, piştî têkoşîna 40 salan a li Ewropayê Kurdan xwe gihandine asteke girîng a sazîbûn û rêxistinbûnê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke KCDK-E, me li nêzî 20 welatan, bi 400 saziyên xwe hêzeke girîng a sazîbûnê derxistine holê. Meclîsên me (Navendên Civaka Demokratîk) cewhera paradîgmaya nteweya demraoktîk in. Lê belê di asta vê hêza me ya rêxistinbûyî de, mixanbin endametiya li van navendên me pêk nehatine."

KCDK-E destnîşan kir, ku saziyên Kurd wê bi endamên xwe hîn bi xurtî werin temsîlkirin û bang li Kurdan û dostan kir, ku bi şiyara "civaka xurt, civaka rêxistinbûyî ye" bibin endamên Navendên Civaka Demokratîk.