KCD, TJA, DBP û HDP wê cangoriyên erdhejê bi bîr bînin

Bi wesîleya çilrojiya erdhejê wê KCD, TJA, DBP û HDP tevlî çalakiya bîranîna cangoriyên erdhejê bibin.

Bi boneya çil rojiya erdhejên Mereşê wê li bajaran merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Newroza 2023’yan diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin û ji ber çilrojiya erdhejê, wê di 17’ê Adarê de pîrozbahî neyên kirin. Wê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan û bi beşdariya 6 hevserokên giştî, 19 endamên Desteya Navendî ya HDP’ê û 33 parlamenteran, bi boneya çilrojiy erdhejê li Hatay, Semsûr, Mereş, Amed, Meletî, Riha, Dîlok û Edeneyê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. 

Hevserokên giştî wê biçin serdana bajar û navçeyên di erdhejê de hilweşiyane û beşdarî bîranîn, loqme û mewlîdan bibin. 

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û parlamenter wê li Hatayê bin. 

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, endamên Desteya Rêveber a Partiyê û parlamenter wê tevlî merasîmên li Semsûrê bibin. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên Desteya Rêveber a Navendî û parlamenter wê li navçeya Bazarcixa Mereşê; Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, endamên Desteya Rêveber a Navendî û parlamenter li Narli ya Mereşê; Cîgira Hevserokê Giştî yê HDP’ê Feleknas Uca û parlamenter jî li Elbistanê bin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren û parlamenter li Meletiyê; Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter li Rihayê; Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç û parlamenter jî wê li navçeya Islehiye ya Dîlokê tev li çalakiyên bîranînê bibin. 

Cîgirên Hevserokên Giştî û endamên Desteya Rêveber a Navendî û parlamenter wê tevlî merasîmên bîranînê yên li Amed û Edeneyê bibin.