KCD: Ji bo rojava kompanyayê berfirehtir bikin
KCD: Ji bo rojava kompanyayê berfirehtir bikin
KCD: Ji bo rojava kompanyayê berfirehtir bikin
Gelê kurd bi her awayî piştgiriya xwe ya ji bo rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kampnayaya ji bo Rojava daye destpêkirin, dixwaze berfireh bike. KCD'ê bang li gelê Kurdistanê û hemû xêrxazan kir ku piştgiriya xwe mezin bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi armanca bilê bikişîne ser ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku komkujiya li ser Rojava her ku diçe mezin dibe û ev tişt got: "Gelê Rojava hem ji hêla rejîma Esad ve û hem jî ji hêla çeteyan ve rastî êrîş û komkujiyan tê. Ambargoya ku niha Israîl li ser Gazzeyê dide meşandin, hikûmeta AKP'ê jî li ser rojavayê Kurdistanê dide meşandin. Hêzên girêdayê Esad bi operasyonên hewatî êrîşê kurdan dikin, çeteyên ku ji hêla dewelta tirk ve jî ten perwerdekirin jî li bejahî ve êrîşê kurdan dikin. Pevçûnên ku li Serêkaniyê diqewimin jî minakên vê hovîtiya li dijî kurdan e."
KCD'ê aşkera kir ku her roj herêmên kurdan tên bombebarankirin û bi dehan welatî bi hovanê tên qetilkirin. KCD'ê ev tişt got: "AKP ji hêlekî ve amborgoya li ser herêmê dişidîne, ji hêla din ve jî çeteyên perwerde dike û dişîne ser gelê herêmê. Bi vê bêexlaqiyê dixwazin gelê kurd bi birçîbûnê terbiye bikin."
'KAMPANYAYÊ MEZIN BIKIN'
Di daxuyaniya ku li dijî êrîşan banga yekitiya neteweyî hatkirin de ev tişt hat gotin: "Gelê rojavayê Kurdistanê di serî de ji çar parçeyê Kurdistanê û hemû gelên cîhanê yên ku li dijî nirx û destkeftiyên gelan bi hurmet e, piştgiriyê dixwaze. Piştî vê bangê li çar parçeyên kurdistanê kampanyayên piştgiriyê hatin destpêkirin; lê divê ev kampanyayên ku behsa wan tên kirin hê bêhtir bên berfirehkirin. Ji bo wê divê ev kampanya li hemû navçe û bajaran bên destpêkirin û bi awayekî rêk û pêk bên koordînekirin. Ev alîkariyên ku li navçe û bajarên me tên herhev kirin divê li gorî beşên wan bên pakêtkirin û bi rêk û pêk bên şandin. Alavên ku wê bên berhevkirin, dê teslîmê Şaredariya Nisêbînê bên kirin"
BANGA SERFERBERIYA HAT KIRIN
KCD'ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de bang li gelê kurd kir ku divê kampanyaya ji bo Rojava bê berfirehkirin û ev tişt hat gotin: "Gelê Rojava niha li dijî hemû êrîşan berxwedaneke bêhempa dide meşandin, ji bo wê jî alîkariya ji bo Rojava peywîra meye sereke ye. Divê gelê meyî li hemû deverên Kurdistanê û li cihên cûda, vê kampanyayê berfireh bikin. Divê ev peywîra mirovahî ji hêla hemû kesên dibên ez demokrat û mifê mirovan diparêzin û bi taybetî jî ji hêla gelê kurd ve bê berfirehkirin. Baweriya meya dê gelê kurd qete nanê li ser sifreya xwe bi gelê Rojava re parve bike tam e. Em bang li gelê xwe dikin divê beyî ku demê winda bikin, xwedî li kampanyaya ku ji hêla Şaredariya Nisêbînê ve hatiye destpêkirin derkevin."