KCD’ê li dijî xirakirina Goristana Garzanê daxuyanî da

KCD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser xirakirina Goristana Garzanê ya li Bedlîsê û got,’’Li dijî vê tifaqa faşîst a ku bê perwa tevdigere di serî de gelê me, hem bang li sazî û dezgehên şoreşger dikin û têbikoşin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişande ser xirakirina Goristana Garzanê ya li Bedlîsê ya bi destê dewleta Tirk û got, ‘’Em Kongreya Civaka Demokratîk, li dijî vê tifaqa faşîst ku bi qasî goristanên gelê me xirab bike û cenazeyan ji cihê wan derxîne bê perwar bûye di serî de bang li gelê xwe, sazî û dezgehên demokratîk, şoreşger dikin ku têbikoşin.’’

KCD’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk ku ev 100 sal in li Kurdistanê û Tirkiyê li ser nasname, çand, baweriyan pêk tîne û got ev polîtîka bênavber tê domandin û vê serdemê jî bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, polîtîkaya dij mirovî bi hemû bê perwarbûna xwe didome.

KCD’ê wiha got: ‘’Tifaqa faşîst ku girtîgeh bi girtiyên şoreşger tije kirine, li derve mirovên me dikuje û goristanên me kavil dike. Hêzên AKP-MHP’ê ku li Amed, Botan û Kurdistanê gelek goristan xira kirin, beriya bi çend rojan li Bedlîsê bi xirakirina Goristana Garzanê û ji wir derxistina 267 cenazeyan rûyê xwe yê rastîn diyar kiriye.

KCD’ê diyar kir ku li nav hemû bawerî û çandan cenaze û goristan weke nirxekî mirovî têne dîtin, hurmet ji bo wan tê nîşandan, di şer de jî alî hurmetê didine cenazeyên hev lê di serdema vê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê de li Kurdistanê û Tirkiyê cenaze têne xirakirin, êrîşê bi ser merasîma cenaze de dibin û nahêlin ku cenaze werin veşartin û got, ‘’rewşa berdest qonaxeke dijî mirovî, barbariyê nîşan dide.’’

KCD’ê banga nîşandan helwestê kir û got , ‘çi kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê ji hêla wijdanî ve li dij vê bêbertek nemîne. Ev berpirsyariyeke wijdanî û mirovî ye. Em bi wê baweriyê ne ku li dijî vê rêveberiya faşîst ku êrîşê bi ser nirxên gelê me de dibe û vê bi rengekî bê perwa dike divê helwesta rewa û demokratîk were nîşandan.’’