KCD’ê cejna Noelê li tevayî alema Xiristiyanan pîroz kir

KCD’ê bi daxuyaniyekî nivîskî cejna Noelê li tevayî alema Xiristiyan û Kurdên Xiristiyan pîroz kir.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya cejna Noelê daxuyaniyek weşand û cejin li tevayî Kurdên Xiristiyan û alema Xirsitiyanan pîroz kir.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye;

“Rojhilata Navîn, Kurdistan û Anatolya erdîngariyek ku bi hezaran sale baweriyên cuda lê dijîne. Cejin di destpêka hemû nirx, bawerî û çandên cuda de ku bi hev re dide jiyîn tê.

Yek ji van cejan jî cejna Yaldo (Noel) ku nêzî 2 hezar sale li welatê me ji aliyê bawermendên Xiristiyan ve tê pîroz kirine. Em bi bawerin ku cejna Noel li di navbera baweriyên cuda de, di navbera mirovên me de bibe wesileya aşitî û aramiyê.

Bi vê bîr û baweriyê di destpêkê de cejna Noel a hemû Kurdên Xirsitan yên li Kurdistanê û alema Xiristiyanan pîroz dikin. Em bi hêvîdikin ku ev cejin bibe wesileya aşitî û aramiyê di navbera gelan û baweriyan de.”