KCÊE: Cejna zayîna Mesîh Cejna Noelê pîroz be
Koordînasyona civaka Êzidî ya Ewropayê bi daxuyaniyekê cejna zayîna Mesîh a cejna Noelê pîroz kir.
Koordînasyona civaka Êzidî ya Ewropayê bi daxuyaniyekê cejna zayîna Mesîh a cejna Noelê pîroz kir.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê bi boneya hatina serê salê, doh bi daxuyanikê cejna Noelê pîroz kir.
Daxuyaniya wiha ye:
“Em wek Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê, cejna zayîna Mesîh cejna Noelê û sersalê li tevahiya mesîhiyên cîhanê, bi taybetî jî li gelên Asurî-Suryanî-Keldanî û Ermen pîroz dikin.
Em hêvî dikin ku ev cejn di sêrî de li Rojhilata Navîn, li seranserê cîhanê bibe wesîleya aştî, aramî û wekheviya di navbera ol, gel û civakan de. Her wiha em hêvî dikin ku dawî li hemû cûre şerên li ser rûye erdê bê.
Hemû cejn bi armancên watedar hatine hilberîn. Armanca wan xûrtkirina hezkirin, rêzgirtin, aşîtî, aramî, xweşbînî û biratiya di navbera mirov, gel û civakan de ye. Ji ber vê yekê jî ji bona tevahiya mirovahiyê bûne mîrate û çand. Tevî hemû êrîş û şerê ku hêzên dagirker û qirker anîna ser civak, gel û baweriyan jî, ev yek nehatiye guhertin û di roja me ya îro de didome.
Îsal mirovahiyê li seranserê cîhanê salek zehmet û dijwar derbas kir. Ji bona gel û civakên li Rojhilata Navîn, sala 2020‘an salek hîn dijwartir û zehmettir bû. Li aliyekî nexweşiya şewba koronayê, li aliyeke din jî êrişên faşîst û qirker ên rejima Erdogan ku berdewamiya dewleta Osmanî ye. Gel û civakên Mesihî, ji aliyê dewleta Osmanî ve gelek caran rastî hemû cûre êriş, şer û tûndiyê hatine. Ji ber vê siyaseta qirker û dagirker ya dewleta Osmanî, çawa civaka Êzîdî li ber tûnebûnê ye, gelên Asurî-Suryanî-Keldanî û Ermen jî îro li ber tûnebûnê ne. Yên ku ji ber dewleta Osmanî rizgar bûne, îro dibin armanca qirkirina siyaset û hişmendiya berdewamiya Osmanîtiye ya ku Erdoğan-Bahçeli-Perinçek nûnertiya wê dikin e.
Ji ber êrişên dewleta Tirk, hemû gel û civakên li Kurdistan, Mezopotamya û Rojhilata Navîn dibin gef û metirsiya tinekirinê de ne. Erdogan di sala 2020‘an de êrişên xwe li hemberî Eyn Îsa, Til Temir, Şengal, Garê û Qerebaxê bê navber domandin û li Qerebaxê ev yek li hemberî gelê Ermenî gihişt asta qirkirinê. Ji ber siyaseta wî ya şer û dagirkeriyê bi hazaran mesîhî li Qerebaxê hatin qetilkirin û bi sedhezaran jî cih û warê xwe terikandin. Heman siyaseta qirker û faşîst dixwaze cihên ku gel û civakên mesîhî lê dijîn, di sala 2021’an de dagir bike û wan di qirkirinê de derbas bike. Bi taybetî jî dixwaze cih û warên gelê Asurî-Suryanî yên Til Temir û Eyn Îsayê dagir bike û mesîhiyên li wir qetil bike. Li van herêman guhertina demografik pêk bîne, perestgeh û pîrozgehên olî-dîrokî tûne bike û talan bike.
Em weke Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê bang li tevahiya mesîhiyên li Mezopotamya-Kurdistan û Rojhilata Navîn dikin ku li dijî hemû cûre êrişên qirker û dagirkeriya rejima Erdogan hişyar bin û li ser piyan bin, ji bo ew di armancên xwe yên qirkirin û dagirkirinê de biser nekeve. Em dibêjin ewlehî, aramî û misogeriya jiyana azad û aram, ya gel, bawerî û civakan bi hebûna civak, gel û baweriyan ya li kêleka hevdû ye. Ji ber wê jî ji bona me Mesîhiyên li Mezoptamya-Kurdistan û Rojhilata Navîn, misogeriya hebûn û siberoja civaka Êzidî jî ne. Ew havelbend û hêzên me yên dîrokî û stratejîk in. Em bi hevdu re dikarin bibin xwedî jiyanek azad û wekhev.
Bi van hestan em cejna zayîna Mesîh û sersalê li tevahiya gelên Asurî-Suryanî-Ermenî û li hemû civak û bawermendên mesîhî yên li seranserê cîhanê pîroz dikin. Bi hêviya ku sala 2021‘an ji bo hemû gel û civakên mesîhî, bi taybetî jî ji bona gelên Asurî-Suryanî-Keldanî û Ermenî bibe salek di nava azadî, aramî,aşitî û azadiyê de.“