KBDH'ê li navendeke nijadperestan xist

Milîsên Tolhildanê yên Leyla Şaylemez ên KBDH'ê ragihand ku li Îzmîrê li dijî 'Ulku Ocaklari' ku rêxistinbûneke paramîlîter a nijadperest a dewletê ye, bi teqemeniyê çalakî kirine.

Milîsên Tolhildanê yên Leyla Şaylemez ên KBDH'ê daxuyaniyek weşand û têkildarî çalakiyê ev agahî da:

"9'ê Çileya 2021'ê saet di 22:00 de li navçeya Menemenê ya Îzmîrê, me bi teqemeniyan li Ulku Ocaxi xist. Bi navê Milîsên Tolhildanê yên Leyla Şaylemez ên KBDH'ê me ev çalakî weke bersiva li bîranîna her sê hevrêyên me yên li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de ji aliyê MÎT'ê ve hatin qetilkirin, pêk anîne. MÎT û navenda wê ya çete Ulku Ocaxi berpirsyarên vê sûîqesta li dijî hevrêyên me Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez e."