KBDH’ê li dijî Weqfa Ensar çalakî li dar xist

Yekîneya Tolhiltanê ya Roza Rênas a KBDH’ê li dijî Weqfa Ensar çalakiyek lidarxist. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Desthilatdariya faşist a dijminê jinan û hevkarên wê di hedefa me dene.”

Yekîneya Tolhildanê ya Roza Rênas a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) daxuyaniyek nivîskî da û got; “Li dijî Weqfa Ensar a tecawîzkar a AKP faşîst piştgiriya wê dike çalakî hate kirin. Ev çalakî roja 12’ê Sibatê li Esenyûrtê hate kirin. Yekîneyên me du wesayîtên servîsê yên bi tîpa jûmbo yên girêdayî Weqfa Ensarê rûxand.”

‘EM Ê JI HEMÛYAN HESAB BIPIRSÎN’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Berxwedana KBDH’ê ya li dijî têgiha serweriya zilam û politîkayên zextê yên li ser jinan tê sepandin wê bidome. Em ê ji saziyên AKP piştgiriya wan dike, ji kujerên jinan, ji saziyên kapîtalîst ên pederşahî hesab bipirsin. Edaleta we, daraza we û saziyên we tenê kujeran diparêze. Em ê bi berxwedana xwe ya rêxistinkirî raperîna jinan geştir bikin û em ê hesab ji dijminên jinan bixwazin.

Hemû saziyên serweriya zilam, tecawîzkar, dijminahiya li dijî jinan ên desthilatdariya faşîst piştgiriya wê dike di hedefa me deye. Em bang li jinan dikin; em sîstema serweiya zilam a dijminê jinan dorpêç bikin! Raperîna jinan geştir bikin! Em nehîlin kujerên jinan û yên wan diparêzin nefesê bigrin!”