Kaya: Desthilata AKP-MHP'ê wê hilweşe

Wekîla HDP'ê Hûda Kaya bi alimên dînî re rûnişt, ji bo desthilata AKP-MHP'ê got,''Heke em xurt bibin wê hilweşin.''

Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi çarçoweya Kombûna Demokrasiyê ji bo forûmya ku 27'ê mehê li Meydana Gundogdu wê pêk were bi alimên dînre rûnişt. Wekîla HDP'ê Huda Kaya û gelek alimên dîn hazir bûn.

Kaya di axaftina xwe de ameje bi AKP-MHP'ê kir û got,''Ev desthilata ku li me raselitî ye. Xwîna me dimije. Heke her roj em çavê xwe bi zilmê vedikin ev ji kêmasiya me ye.  Bi qasî hewldana neqencan divê qenc jî hewl bidin. Ew dihejijin,ber bi hilweşînê ve diçin.  Ji cîhanê re dibêjin, 'em xurt in', ev ne ji hêza wan e, weke keştiyeke ji kaxezê ne.Heke hilma me xurt bibe ew ê hilweşin. ''

Kaya her wiha got,''Desthilata neqenciyê pir rêxistinî dixebite,divê em jî li dijî neqenciyê rêxistiniya hêza qenciyê bikin.''