Karkerên înşaetê û wekîlên HDP’yî li Meclîsê civîn li dar xistin

Karkerên înşaetê û wekîlên HDP’yî li Meclîsê civîn li dar xistin

Karkerên înşaetê bi parlamenterên HDP’ê re li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin, xwestin li hemberî cinayetên kar tedbîr bên girtin.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel û rêveberên Sendîkaya karkerên înşaetan li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Kurkçu di civînê de diyar kir ku îsal ji hezar û 200 zêdetir karkerî jiyana xwe ji dest daye û bang li Wezareta Xebatê û Ewlekariya Civakê kir da ku înşaeta bi awayekî vekirî kontrol bike.

Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku ji bo cinayetên kar bên astengkirin pêwîstî bi çareseriyeke bingehîn heye û divê pirsgirêk li vê qadê bi giştî bên dest girtin. 

Tuncer di dewama axaftina xwe de got ku heqdestê karkeran pir erzan e,  dive şert û mercên wan ên jiyanê bên sererastkirin û fonê bêkariyê yên karkerên înşaetê ji nû ve bên dest girtin.

Serdar Ben ê li ser navê sendîkaya karkerên înşaetê axivî, got ku pisporên ewlekariya kar ên di înşaetan de kar dikin girêdayî karsaz in û lewma pêwîst e kontrol ji aliyê saziyên serbixwe ve bên kirin.

Ben xwest pirsgirêkên karkeran ên sîgorta û teqawîtbûnê bi lez bên çareserkirin.