Karkerên ber bi Enqereyê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin: 6 birîndar
Karkerên ber bi Enqereyê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin: 6 birîndar
Karkerên ber bi Enqereyê ve meşiyan rastî êrîşa polîsan hatin: 6 birîndar
Ji 7 hezarî zêdetir karkerên ÎŞKUR ên ji kar hatin avêtin ku ji Wanê ber bi Enqereyê ve meş dabûn destpêkirin, li Artêmatanê rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê 6 karker birîndar bûn û yek jî hat binçavkirin.
Karkerên ÎŞKUR'ê yên di hilbijartinên heremî yên 30'ê Adarê de ji kar hatin avêtin ji 13'ê Hezîranê heya niha li Parka Feqiyê Teyran çalakiyê li dar dixin. Karkerên ÎŞKUR'ê ji bo dengê xwe bidin bihîstin serê sibehê ber bi Enqere ve derketin rê. Lê karker li navçeya Artemêtanê ya Wanê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan bi hinceta "Li dijî zagona meş û civînan e" êrîşî karkeran kirin. Di encama êrîşa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê de 6 karker birîndar bûn û berdevkê karkeran Ethem Altin jî hate binçavkirin.
Piştî êrîşa polîsan karker careke din li Taxa Çîçeklî hatin cem hev û meşa xwe berdewam kirin. Meşa karkeran a Enqere berdewam dike.